TTB li ser bikaranîna çekên kîmyevî: Em dê li ser helwêsta xwe ya dijî derketina tundutîjiyê berdewam bin

25-10-2022
RÛDAW
Nîşan TTB Çekên Kîmyevî Şebnem Korur Fincanci
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Bilind a Rûmetê ya Yekitiya Pizîşkan a Tirkiyê (TTB) derbarê hedefnîşandana seroka wê Yekitiyê Şebnem Korur Fîncanci ji ber axaftinên wê yên derbarê “bikaranîna çekên kîmyayî” ji aliyê Artêşa Tirkiyê ve, daxuyaniyek belav kir û ragihand, ew dê li ser helwêsta xwe ya li ser dijî derketina tûndûtîjiyê û her cor çekan berdewam bin.

18ê vê mehê HPGê ragihandibû ku 18 gerîlayên wan di êrîşeke bi çekên kîmyayî yên Artêşa Tirkiyê de cane xwe ji dest dane. Piştî  belavbûna wan dîmenan Seroka Yekitiya Pizîşkan a Tirkiyê (TTB) Şebnem Korur Fîncanci ragihandibû ku Artêşa Tirkiyê li dijî gerîlayên PKKê gazek kîmyayî bikaraniye û daxwaza lêkolîneke berfireh derbarê mijarê de kiribû.

Ev gotinên  Seroka Yekitiya Pizîşkan a Tirkiyê (TTB) di nav karbidestên Tirkiyê de bibû sedema karvedanan û piştre derbarê wê de bi hinceta “propagandeya rêxistinê” lêpirsîn hat destpêkirin. Herî dawî duh Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan Şebnem Korur Fîncanci kiribû armanc û ragihandibû ku karên pêdivî derbarê wê û saziya wê de bên kirin.

Desteya Bilind a Rûmetê ya Yekitiya Pizîşkan a Tirkiyê (TTB) îro 25ê Cotmeha 2022ê hedefnîşandana seroka wê Yekitiyê Şebnem Korur Fîncanci ji ber axaftinên bi daxuyaniyekê şermezar kir.

Desteya navborî ragihandiye ku Fîncanci nêrîna xwe ya pirsporî aniye ziman û dibêje: “(Şebnem Koru Fîncanci) Ti sazî û sazman nekirine armanc. Tekezî li ser lêkolînkirna bûyerê di çarçoveya peymanên navdewletî û serbixwe ve û zelalkirina bûyerê kiriye.  Nirxên hebûna pizîşkiyê di çarçoveya bingeha peymanên navdewletî de hatinbe diyar kirin û berpirsyariya wê bi eşkere ligel  mirov, jiyan û lêgerîna rastiyê ye. Bi vê berpirsyariyê weke ku her carê, em dê li ser helwêsta xwe ya li dijî derketina her cor çek û tûndûtîjiyê berdewam bin.”

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan herî dawî  duh  24ê Cotmeha 2022ê piştî civîna kabîneyê Seroka Yekitiya Pizîşkan a Tirkiyê  kiribû armanc û gotibû “Li gor encamên lêkolînên serdozgeriya me ya Enqere û biryarên dadgehê, hem derbarê vê kesê û hem jî derbarê vê saziyê de tişta pêdivî dê bê kirin. Di vê çarçoveyê de min di civîna kabîneyê de ji wezîrên me yên peywendîdar re, di serî de yekitiya Pizîşkan, ji bo ku em di rêxistinên pîşeyî de derbasî binyatek nû bibin, me fermana bilezkirina karûxebatên pêdivî daye. Em dê wan kesên ku rêxistinên pîşeyî bo îdeolojiya xwe bikartînin û piştevanên terorê ne, ji van deran paqij bikin û em bi biryar in ku van saziyan bînin ser armancên wan ên damezrandinê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst