DEM Partiyê ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kir

Duh li 02:44
Nîşan DEM Partî Abdullah Ocalan Hevdîtin Serlêdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ragihand ku wan ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kiriye.

Tuncer Bakirhan piştî civîna koma partiya xwe de bersiv da pirsên rojnamegeran.

Bakirhan diyar kir, wan serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê daye da ku beriya Newrozê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin.

“Şandeya me serlêdan kir”

Hevserokê DEM Partiyê daxuyand ku ew dixwazin encamên bangê bi Ocalan re parve bikin û got:

“Em difikirin ku careke din çûyîna şandeya me dê baş bibe. Hem ji bo parvekirina encamên bangê û hem jî civak peyama Ocalan meraq dike.

Eger beriya Newrozê bibe û peyameke ku bangê bihêz bike bê dayîn em dê kêfxweş bibin.

Şandeya me serlêdan kir. Anîna peyamê zererê nade ti kesî, berevajî vê yekê dê alîkar bibe.

Hêvîdar im şandeya me peyamekê ji Ocalan bîne ku bibe bersiva pirsên heyî.”

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç berê diyar kiribû ku derfet heye ji girtîgehê name bê lê peyameke bi dîmen ne pêkan e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst