Doza Demîrtaş bi doza Kobaniyê ve hat girêdan

25-05-2021
RÛDAW
Nîşan Selahattîn Demîrtaş Doza Kobanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di rûniştina doza ku Selahattin Demirtaş îro hat darizandin de, 19mîn Dadgeha Cezayên Giran ya Enqerê biryar da ku doza sereke bi doza Kobaniyê re bike yek.

Doza Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F ya Edirne girtî ye, îro li 19mîn Dadgeha Cezayên Giran ya Enqerê bi rêya sîstema deng û reng (SEGBIS) birêve çû.

Di rûniştinê de tevî parêzerên Demirtaş çend parlamenterên HDPê jî beşdarî rûniştina Dadgehê bûn.

Serokê Dadgehê di derbarê belgeyên ku ketine dosyeyê û daxwaza reddî hakîm ji 20emîn Dadgeha Cezayên Giran re şandine ragihand. Serokê dadgehê diyar kir, bi hinceta ku mercên redkirina dadrês ne hatine peyda kirin daxwazê red kir.

Herwiha Serokê Dadgehê dosyeya doza sereke ya ku Demirtaş pê dihat darizndin bi dosyeya doza Kobaniyê ku 108 kes tê de tên darizandin re kir yek.

Serdozgerê Komarî digel razîbûna 22emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê, daxwaz kir biryar bê dayîn ku dosyeyê bi dosyeya vê dadgehêre bike yek.

Li ser vê daxwazê raya Demîrtaş hat pirsîn, Demirtaş diyar kir ku ew bi ramanê ne razî ye û xwest herdû dosye bi li 19mîn Dadgeha Cezayên Giran bikin yek û darizandin li wê derê bê kirin.

Demîrtaş diyar kir ku parasina doza wî ya li19mîn Dadgeha Cezayên Giran li ber qedandinê ye û dosya gihiştiye qonaxa nirxandinê û wiha got “Dosyeya min, bila ji 22yemîn Dadgeha Cezayên Giran bê cihêkirin û li vê derê bikin yek. Eger heye doza li 22yemîn Dadgeha Cezayên Giran bi salan berdewam bike. Ez difikirim ku domandina darizandina li vê dadgehê di warê serdestiya komîteyê li ser dosyeyê û parastina min guncawtir e.”

Li aliyê din Demîrtaş da destnîşanki ku ew 5 sal edi girtigehê de ye û ev rewş vehuheriye cezayekê û wiha got “Dibe ku parlamenterkî, berbijêrê serkkomar 5 sal girtî bimîne? Em behsa girtîtiyê dikin. Tiştekî karesat e.”

Demirtaş ragihand ku di derbarê wî de ti delîl nehatine dîtin daxwaza serbestberdanê kir û wiha berdewam kir “daxwaza me diyar e, em demokrasî û aşitiyê dixwazin. Ez ji hemû gelê Tirkiyê dadweriyê dixwazim. Her berbijêrê serokkomariyê yê ku daxwaza dengên HDPê dike, soza ku hesabê ji kumpasan bipirse nede, yek HDPyî dê deng nede wî. Kî dixwaze bibe berbijêrê serokkomariyê bila ji îro ve derkeve daxuyanî bide, pirsgirêka Kurd çewa çewa çareser bike, ew ê çawa bi paşerojê re rû bi rû bimîne, dê çawa serxwebûna darazê misoger bike, hesabê kumpasên ku li me hatine kirine dê çewa bipirse? Bila derê vê bibêje. Ez bang li wan kesên ku dibêjin HDP bazara wezîrtiyê dike dikim, dê rojek bê HDP bi tena serê xwe vî welatî birêve bibe. Em nakevin bazara tiştên wisa. Em tenê demokrasî û aşitiyê dixwazin.”

Selahattîn Demîrtaş di derbarê biryara Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê (DMME) de jî got divê dadgeh pabendî wê biryarê be, nabe ku dadgeh pabendî biryara DMMEyê nebin û wiha dibêje “ev 5 sal e hin li min neheqiyê dikin. We min, malbata min û partiya min mexdûr kir. Min wek perçeyekî Dewleta Komara Tirkiyê dixebitîm. Ne ji bo min ji bo Tirkiyê vê yek bikin”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst