Budceya leşkerî ya Tirkiyê hate zêdekirin; di dema rûniştinê de nîqaş derketin

24-11-2022
RÛDAW
Budceya leşkerî ya Tirkiyê hate zêdekirin; di dema rûniştinê de nîqaş derketin
Budceya leşkerî ya Tirkiyê hate zêdekirin; di dema rûniştinê de nîqaş derketin
Nîşan Budeceya Leşkerî Nîqaş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di gotûbêjên budceya pîşesazî û teknolojiyê ya Tirkiyê de alozî derket. Parlamenterê HDPê Garo Paylan got, eger Tirkiyê pirsgirêkên xwe bi welatên cîran re çareser bike, pêwîstî bi çekên weha zêde nake.

Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê yê Tirkiyê bersiv da û got, eger siyaset û helwêsta HDPê nebe, pêwîstiya Tirkiyê ewqas bi pêşxistina pîşesaziya leşkerî nabe.

Roja Çarşemê gotûbêjên di Komîsyona Plan û Budceyê ya Parlamentoya Tirkiyê de li ser budceya Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê ya 2023an bi niqaş û alozî derbas bûn.

Li pişt ev destdana Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mustafa Varank û Parlamenterê HDPê Garo Paylan ku destpêkê ji dil hat kirin, nîqaş û alozî çêbûn.

Parlamenterê HDPê Garo Paylan anî ziman, “Eger em bi cîranên xwe re aştiyê bikin û pirsgirêkên xwe yên bi Sûriye, Iraq, Ermenîstan û Yunanîstanê re çareser bikin, gelo pêwîstî bi ewqas çekan heye? Lê eger hûn her roj, her tiştî weke bizmar bibînîn û xwe weke çakûç bibînîn, tu yê her roj çakûç bi bizmaran bidî. Ligel cîranên xwe aloziyê berdewam dikin. Tişta ku divê bê kirin; vegera li siyaseta aştiyane ye.”

Mustafa Varank bersiva Garo Paylan da û got eger siyaset û helwêsta HDPê nebe, pêwîstiya Tirkiyê ewqas bi pêşxistina pîşesaziya leşkerî nabe.

Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê yê Tirkiyê Mustafa Varank got, “Dema ku hinek piştgiriyê nedin terorîstên li ser sînorên me, pêwistiya me bi pîşesaziya berevaniyê nabe. Dema wê rêxistina terorî li Kolana Îstîklalê bombeyê diteqîne, wek rêxistineke keşûhewayê nîşan nedin, pêwîstiya me bi pîşesaziya berevaniyê kêm dibe. Em 40 sal in şerê terorê dikin. Di demeke ku mûşek li Kîlîsê û Gazîentabê dikevin, ji me re bêjin ku veberhênanê li pîşesaziya berevaniyê kêm bikin, ev ji bilî gotinên vala ne tiştekî din e.”

Budceya Wezareta Berevaniyê sal bi sal zêde dibe, bi awayekî ku, sala 2021ê 31 milyar û 484 milyon û 939 hezar lîre bû. Sala 2022ê 80 milyar û 439 milyon û 536 hezar lîre bû. Di budceya 2023an de 182 milyar û 770 milyon û 968 hezar lîre bo wê wezaretê hat veqetandin.

Her çiqas ji bo Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê di budceya 2023an de 14.9 milyar lîre hat veqetandin jî, lê beşek jê di pêşxistina pîşesazî û teknolojiya leşkerî de tê xerckirin.

Di dawiya meha Kanûna 2021ê de bi projeyasaya ku li Parlamentoya Tirkiyê hat qebûlkirin, projeyên pîşesazî yên Wezareta Berevaniya Tirkiyê û serokayetiya pîşesaziya berevaniyê ji dayîna bacê hatin bexşandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst