Erdogan: Bicihkirina xeta Cerablûs-Deryaya Spî di demek nêzîk de ye

24-11-2015
RÛDAW
Nîşan Rûsya Tirkiye Balafir Sûriye Cerablûs Derya Spî
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan got, ew di demekê nêzîk de projeya xeta Behra Spî ya Cerablûsê bi welatên mitefîk re sepana herêma ewlehiyê ya mirovahiyê bicih bikin.

Serokomerê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bi helkefta 24 Mijdarê Roja Mamosteyan li Koşka Serokotiya Komar resepsiyonek da û rojev nirxand.

Recep Tayyip Erdogan ragihand Tirkiye bi tu awayî dijminê cîranên xwe yan jî welatekî din nîne û got, divê herkes rêzê ji mafê Tirkiyeyê yê parastina sînorên xwe bigirr.

Erdogan derbarê xistina balafira şer a Rûsya li ser sînorê Sûriyê ji aliyê Tirkiyê ve wiha got: “Em naxwazin ku bibin şahidê vê yekê lê mixabin ku di nav izdiraba wê yekê de ne ku me xistine nav rewşeke wiha de. Ev bûyer bi temamî di nav rê û rêbazên ku Tirkiyeyê berê îlan kiribû de qewimiye.”

Erdogan amaje kir ku aramiya Tirkiye û welatên ewropî girêdayê aramiya Sûriyeyê û wiha got: “Înşeallah em dê di demek nêz de  xeta Behra Spî ya Cerablûsê bi welatên mitefîk re sepana herêma ewlehiyê ya mirovahiyê pêk bînin. Bi vê sepanê armanca me ew e ku ji aliyekî ve en nehêlin ku li herêmê dramên mirovahiyê yên nû derkevin, ji aliyê din ve jî ji bo koçberên dixwazin ku jiyana xwe li welatê xwe berdewam bikin derfetan çêbikin.” 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst