Kabîneya Hikûmeta Tirkiyê bi rojeva aborî dicive

24-07-2023
Zînê Cahîde Akgul
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kabîneya Hikûmeta Tirkiyê, îro li Enqerê bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dicive û mijara sereke rewşa aborî û rûbirûbûna enflasyonê ye.

Kabîneya Hikûmeta Tirkiyê, îro demjimêr 14:00 bi serokatiya Recep Tayyip Erdogan li Enqerê dicive.

Di rojeva kabîneyê de nirxandina serdana Erdogan a bo welatên Kendavê, 18 rêkeftinên ku di serdanê de hatine îmzekirin, rûbirûbûna enflasyonê û tedbîrên dijî zêdebûna kirêya xaniyan hene.

Herwiha di civînê de amadekariyên girêdayî proseya girêbesta giştî ya serdema 7emîn a fermanber û xanenîşînan jî dê bê nirxandin.

Tê çaverêkirin, di civînê de mijara operasyonên leşkerî yên navxwe û derveyî sînor jî bên gotûbêjkirin.

Tê payîn ku piştî civînê Erdogan daxuyaniyekê bide medyayê û biryarên ku di civînê de hatine dan, aşkere bike.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst