Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Kumluyê ya parêzgeha Hatayê ya Tirkiyeyê, di qezayekê de 5 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyan, li ser rêya Reyhan-Kirikhanê du otomobîlan li hev xist.
Di vê qezayê de Îsa Şahînoglu û welatiyên biyanî Abdulrahman Hyia, Yaman Hayik, Cumane Hayik û Reyan Hayik mirin.
Îbrahîm Hayik û kesekî ku hîn navê wî nehatiye tesbîtkirin jî birîndar bûn.
Birîndar veguhastin nexweşaneyê û termên miriyan jî rakirin morgê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse