Li Rihayê qeza: Bijîşkê ciwan mir, 6 birîndar hene

25-04-2024
Nîşan Riha Qeza Bijîşk Birîndar Mirî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bêrecûkê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, sê otomobîl li hev qelibîn.

Di vê qezayê de bijîşkê 26 salî yê bi navê Mustafa Guder mir û 6 kes jî birîndar bûn.

Bûyerê îro li ser rêya Bêrecûk û Dîlokê rû da.

Heft kesên di her sê otomobîlan de birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bêrecûkê lê Mustafa Guder li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Li hêla din rewşa tenduristiyê ya du birîndarên din jî xerab e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst