Newroza Edeneyê: Parlamenterê DEM Partiyê bertek nîşanî polîsan da

24-03-2024
RÛDAW
Nîşan Newroz Edene
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Edene ya Tirkiyeyê ku hejmareke zêde ya Kurdan lê dijî, ji aliyê DEM Partiyê ve pîrozbahiya Newrozê hat sazkirin.

Di dema ketina qadê de wekî her cihî polîsan nehişt ku beşdar bi desmalên kesk û sor û zer derbasî qada Newrozê bibin.

Li ser vê yekê Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan bertek nîşan da û desmalên ku polîsan ji beşdaran wergirtibû li xelkê belav kir.

Li parêzgeha Edeneyê pîrozbahiya Newrozê ji aliyê Dem Partiyê ve hat sazkirin.

Polîsan li ber deriyê qadê xalên kontrolê danîn û nehişt ku xelk bi desmal û benên kesk û sor û zer derbasî qadê bibe û ji wan standin.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan bertek nîşanî wê yekê da û ew tiştên ku polîsan ji beşdaran standibûn li wan belav kir.

Alî Bozan dîmenên wê kêliyê li ser hesabê xwe yê tora civakî belav kir û got:

“Bêtehemuliya polîsan a li hemberî nirxên neteweyî yên gelê Kurd di Newroza Edeneyê de jî berdewam kir. Nirxên me rûmeta me ne. Em dê serî li ber we netewînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst