Dadgehê biryara derbarê Osman Kavala de eşkere kir

23-12-2021
RÛDAW
Nîşan Osman Kavala Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 13emîn Dadgeha Cezayên Giran a Çaglayanê ya Stenbolê, biryar da Osman Kavala bi awayekî girtî bê darizandin.

Piştî Komîteya Wezîran a Encûmena Ewropayê 2ê Kanûnê ji ber girtina Osman Kavala, derbarê Tirkiyê de pêvajoya binpêkirinê dabû destpêkirin, 13emîn Dadgeha Cezayên Giran a Çaglayanê ya Stenbolê îro biryara girtina Osman Kavala ji nû ve nirxand. 13emîn Dadgeha Cezayên Giran a Çaglayanê, biryar da rewşa Osman Kavala ya girtîbûnê berdewam be.

Komîteya Wezîran a Encûmena Ewropayê ji ber ku Tirkiyê biryara Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê (DMME) a derbarê berdana bazirgan û çalakvanê Tirk Osman Kavala de cîbicî nekiriye, li hemberî Tirkiyê pêvajoya binpêkirinê dabû destpêkirin.

Dadgehkirina Osman Kavala, dê 17ê Çileya 2022ê bê kirin û Komîteya Wezîran a Encûmena Ewropayê jî bo berdana Kavala heta 19ê Çileya 2022ê wext daye Tirkiyê. Eger Tirkiye heta 19ê Çile Kavala bernede dê rûbirûyê cezayên Ewropayê bibe.

Dadgehkirina Kavala, herî dawî 26-27 Mijdarê hatibû kirin û bo 17ê Çileya 2022ê hatibû paşxistin. Parêzerên wî ji bo berdana wî serî li dadgehê dabûn û ew serlêdan jî 10ê Kanûnê ji aliyê dadgehê ve hatibû redkirin. Kavala, bi hinceta “Bûyerên Gezî” û hewla derbeya 15ê Temûzê hezar û 514 roj in girtiye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst