Parlamenterê AKPê: Ji dêlva 2 kîlo bacan 2 heban bikirin

23-11-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê her diçe rewşa aborî xirabtir dibe û lîreyê Tirkî kêlî bi kêlî bihayê xwe ji dest dide. Parlamenterekî AK Partiyê jî bo welatiyan pêşniyar dike ku ji dêlva 1 kîlo bacan 2 heban bikirin û dibêje, “di zivistanê de ji xwe ti sûdeke wan a wiha jî nîne.”

Parlamenterê AK Partiyê yê Xarpêtê Zulfu Demirbag derbarê krîza aborî ya Tirkiyê de hişyarî da welatiyan û got: "Di nava şert û mercên asayî de eger em 1 kîlo goşt bixwin, em dê nîv kîloyê bixwin. Em dê li şûna 2 kîlo bacan du heban bikirin. Di rojeke zivistanê de bikaranîna zebzeyan, ji aliyê tendirustiyê ve jî zêde sûda wê nîne."

Di çalakiya bi navê 'Xwarina xwe biparêzin li maseya xwe xwedî derkevin' de Hevjîna Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan Emîne Erdogan gotibû: “Werin em hemû bi hev re tedbîrên asan werbigrin. Berî ku em biçin danûstandinê em lîsteyeka tiştên ku divê bikirin amade bikin. Em porsyonên xwe kêm bikin. Em tiştê ku pêdivîya me pê heye bikirin û dest ji xwarinên ku dizanin dê têk biçin berdin.”

Parlamenterê AK Partiyê Zulfu Demirbag jî li ser heman rêbazê dimeşe û dibêje: "Bila baweriya xwe bi serokê me, dewleta me bînin. Em ne Sûriye ne. Hewl didin bi fermana Amerîkayê Tirkiyê bikin Sûriye. Deriyê Sûriyeyiyan ê hatin heye, Tirkiye. Lê cihekî em biçinê nîne. Ya ji bo neteweyekê girîng e, berî her tiştî welatê wan e, rûmeta wan e, hesiyeta wan e. Dibe pirsgirêkên me yên aborî hebin. Em bêjin di şert û mercên asayî de eger em mehê 1 kîlo û 2 kîlo goşt dixwin, em nîv kîlo goşt bixwin, dema em 2 kîlo bacan dikirin û bi baldarî bikar neyînin nîvê wê wan diçin tenekeya zibil. Em du heban bikirin. Di rojên zivistanê da du yan jî sê heban bikirin. Di rojeke zivistanê de bikaranîna zebzeyan ji aliyê tendirustiyê ve jî zêde ne bi sûd e. Em dê îsotan bikirin. Em dê sê heban bikirin ji dêlva kîloyekê. Em vê firsetê nedin vanan. Ez dibêjim em firsetê nedin keysperest û selefxweran.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst