65 kes ji ber DAIŞê hatin desteserkirin

23-08-2024
Nîşan Tirkiye Bakurê Kurdistanê DAIŞ Operasyon Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li 17 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, di 5 rojên dawî de 65 kes bi tohmeta endamtiya DAIŞê hatin desteserkirin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê Xê ragihand:

“Li 17 bajaran li dijî rêxistina terorê ya DAIŞê di 5 rojên dawî de operasyonên ‘GURZ-9’ê hatin kirin û 65 gumanbar hatin desteserkirin.”

Li gorî daxuyaniya Yerlîkaya operasyon li van bajaran hatiye kirin:

Tirkiye: Edene, Afyonkarahîsar, Enqere, Balikesîr, Bolu, Hatay, Stenbol, Kirikkale, Konya, Mêrsîn, Sakarya û Mugla.

Bakurê Kurdistanê: Sêwaz, Riha, Çewlîg, Kilîs û Meletî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst