Li Çorumê erdhej çêbû

23-05-2024
RÛDAW
Nîşan Çaorum Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Mecitozuyê ya Çorumê erdhejeke bi hêza 4,4 pileyan çêbû.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro navçeya Mecitozuyê ya Çorumê erdhej çêbû.

Li gorî AFADê, erdhej demjimêr 17:57an çêbûye û hêza wê 4,4 pile bûye.

AFADê ragihand ku kûrahiya erdhejê 13,26 kîlometre bûye.

Parêzgarê Çorumê derbarê erdhejê daxuyaniyek da û diyar kir ku ti rewşeke neyinî çênebûye.

Bi gotina parêzger saziyên pêwendîdar dest bi karê lêkolînê kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst