Erdogan bertek da videoya 'Elewî' ya Kiliçdaroglu

23-04-2023
RÛDAW
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Kemal Kiliçdaroglu Elewî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Erdogan li ser videoya 'Elewî' ya Kiliçdaroglu got “Belesebep nakokiyên mezhebî derdixine pêş li vî welatî kes li mezhebê kesî napirse. Heta îro we ji devê Erdogan gotina tu ji kîjan mezhebê yî bihîstiye? Niha hinek li dû van mijarên Tirkiyeya berê ne ku bînin rojevê. Çiqas hewl didin bila bidin em ê destûrê nedin vê.”

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li parêzgeha Mereşê ya Bakurê bi mexdûrên erdhejê re civiya.

Erdogan bi awayekî tund opozîsyon rexne kir û got “Me bi tûrîstên erdhejê re qet tevlihev nekin. Tifaqa Cumhur naşibe tifaqa zîletê (Millet). Tifaqa Cumhur çi dibêje wê dike.”

Serokomarê Tirkiyê got “Bi radestkirina avahiyên li herêma erdhejê di nava salekê de, em ê bi giranî nêzî armanca xwe ya ku Tirkiye li hember karesatan berxwedêr be bibin.”

Herwiha Erdohan ragihand “Me tenê bi gaza Derya Reş ji welatê xwe re çavkaniyek bi qasî 500 milyar dolar ta ku 1 Tirilyon dolarî ya bi nirx, dahateke navxweyî, niştîmanî û wek şîrê dayîka me helal peydakiriye. Li Gabarê jî derdikeve. Li Gabarê jî sipas ji Xudê re rezerva petrolê nêzîka 1 milyar dolar derdikeve. Her ku em derfet û deskeftên welatê xwe mezin bikin, emê aramî û ewlekariya xelkê bihêztir bikin. Em dibêjin em ranawestin, em ranawestin, em ranawestin.”

Serokkomarê Tirkiyê û berbijêrê Tifaqa Cumhur Recep Tayyîp Erdogan bertek da videoya Elewi ya Berbijêrê Tifaqa Millet Kemal Kiliçdaroglu û diyar kir ku opozîsyon hewl dide beriya hilbijartên nakokiyên mezhebî derxe.

Erdogan dibêje “Belesebep nakokiyên mezhebî derdixine pêş li vî welatî kes li mezhebê kesî napirse. Heta îro we ji devê Erdogan gotina tu ji kîjan mezhebê yî bihîstiye? Niha hinek li dû van mijarên Tirkiyeya berê ne ku bînin rojevê. Çiqas hewl didin bila bidin em ê destûrê nedin vê. Hewldanên ji bo xerakirina hewaya pêşhilbijartinê li vî welatî cih nagire.”

Kiliçdaroglu çi gotibû?

“Ewladên min ên ku bo cara yekem deng didin, ez Elewî me.  Ez bi baweriya heq Mihemed û Elî mezin bûme û Misilmanekî ji dil im. Canekî min heye ku Xwedê daye min. Ez mafê kesê naxwim. Ez dest bo heramî dirêj nakim. Hevalê min ê ciwan wek welat astengiyek krîtîk li pêşiya me ye. Ji bo bi hevre derbaskirina vê astengiyê pêdiviya me bi te heye.

Nasnameyên me sedema hebûna me ne. Helbet divê em bi şanazî xwedî lê derkevin. Em nikarin wan hilbijêrin. Em bi wan ji dayik dibin, mezin dibin û dijîn. Lê tiştên gelek girîng hene ku em dikarin hilbijêrin. Em dikarin bibin mirovekî rast, bi exlaq , xwedî wijdan û bi edalet û hilbijartina vê di destê me de ye. Em dikarin jiyaneke azadtir û welatekî dewlemendtir hilbijêrin û ev hilbijartin dikare hem me û hem jî civaka me bilez biguhere.

Hevalê min ê ciwan wek welat astengiyek krîtîk li pêşiya me ye. Ji bo bi hev re derbaskirina vê astengiyê pêdiviya me bi te heye. Ji bîr neke tu dê vî welatî ji nîqaşên mezheb ku canan disojin  û  ji Rojhilata Navîn ku bûye avzêm  rizgar bikî. Tê bibî wî cihê ku divê lê be. Êdî em nasnameyan naxivin. Em dê serkeftinan biaxivin. Êdî em dabeşbûn û cudahiyan naxivin. Em dê hevbeşiyên xwe û xeyalên xwe yên hevbeş biaxivin. Tu dê beşdarî vê geşta me ya guherînê bibî? Tu dê di vê guherînê de li cem min cih bigirî?”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst