Grûba Diyalogê li hemberî rakirina parêzbendiyê ne

23-04-2016
RÛDAW
Nîşan Grûba Diyalog Stenbol HDP CHP
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) -  Grûba Diyalogê ji bo di navbera aliyên siyasî de deriyê gotûbêje ji nû ve vebe dest bi xebatan dike.

 

Îro li Hotel Taksîm Hillê civînek hate lidarxistin ku Hasîp Kaplan, Sebahat Tûncel, Akin Bîrtal, Alî Heyder Konca, Levent Tuzel, Ji serokên berê yên CHP’yê Altan Öymen, Parlemen, Serkonsol û dadgerê berê yê Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa Riza Tûrmen, parlementerên berê yên CHP Bînnaz Toprak, Melda Onur, Zûlfî Lîvanelî û gelekê din tê de beşdar bûn.

  

Grûba ku ji parlementerên kevn ên HDP û CHP pêk tê di derbarê armanc û xebatên xwe de daxuyaniyek ragihand. Grûba ku di nav de gelek siyasetmedarên kevn û nûnerên saziyên sivîl cîh digirin, dê ji bo ku atmosfera tund a li ser parlemen û civakê araste ye, ji holê rabibe xebatên cûrbecûr bimeşîne.

 

Di civîna yekem a Grûba Diyalogê de bal hate kişandin ku rakirina parêzbendiya parlemenan dê rewşa gengeş bêhtir dûrî çareseriyê bixe. Herwiha bang li parlemenê jî hate kirin ku deriyên girtî yên siyasetê ji nû ve bêne vekirin û di serî de pirsgirêka kurd, hemû pirsgirêk bi hêminî û bi gotûbêjkirinê bêne çareserkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst