Fitara Nûbiharê bi sedan kes anîn ba hev

24-03-2024
Rawîn Stêrk
Nîşan Nûbihar Fitar Stenbol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Weşanxaneya Nûbiharê wekî salên çûyî îsal dîsa fitarek amade kir û nêzî hezar kesî beşdarî fitarê bûn.

Ew çend sal in Weşanxaneya Nûbiharê li Stenbolê wekî kevneşopiyekê fitarekê organîze dike.

Gelek Kurdê li Stenbolê bi minasebeta vê fitarê tên cem hev.

Fitara Nûbiharê îsal li tesîseke mezin a Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ya li navçeya Avcilarê hat lidarxistin û eleqeya ji bo fitara Nûbiharê îsal zêdetir bû.

Piştî şikandina rojiyê bi Kurdî dia hatin kirin û qesîde hatin xwendin.

Li hêla din, hinek kes jî bi cil û bergên Kurdî beşdarî bernameya fitarê bûn.

Hin siyasetmedarên ji partiyên cihê, rojnamegerên Kurd û gelek kesên din ên naskirî yên Kurd jî li bernameya Nûbiharê amade bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst