Biryara Hevpeymaniya Ked û Azadiyê ya hilbijartinan bû sedema karvedanan

23-03-2023
Zînê Cahîde Akgul
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Hevpeymaniya Ked û Azadiyê CHP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Biryara Hevpeymaniya Ked û Azadiyê bû sedema karvedanan ku Serokê Partiya Yekîtiya Mezin (BBP) dibêje biryar tê wê wateyê ku HDP piştgiriya Kemal Kiliçdaroglu dike û divê Kiliçdaroglu li gel HDPê li ser çi lihev kiriye eşkere bike.

Daxûyaniya HDPê û biryara wê ya destnîşan nekirina berbijêrê Serokomariyê, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê deng vedaye. Hevpeymaniya Cumhur bi tometa terorê hewl dide ku Hevpeymaniya Milet reş bike, Hevpeymaniya Milet jî tevî nakokiyên navxwe heta niha deng nekiriye.

Piştî hevdîtina şandeya CHPê bi Hevserokên HDPê re li Parlamentoya Tirkiyê bi 2 rojan, Hevpeymaniya Ked û Azadiyê ya bi serokatiya HDPê roja Çarşemê 22ê Adarê ragihand ku bo postê serokkomariya Tirkiyê berbijêr nîşan nade.

Biryar bû sedema karvedanan û Serokê Partiya Yekîtiya Mezin (BBP) Mustafa Destici dibêje biryar tê wateya ku HDP piştgiriya Kemal Kiliçdaroglu dike.

Destici HDP wek berdewamiya PKKê bi nav kir û ji Kiliçdaroglu daxwaz kir ku ligel HDPê li ser çi lihev kirine eşkere bike.

Serokê Partiya Yekîtiya Mezin a Tirkiyê (BBP) Mustafa Destici got, “Divê Kiliçdaroglu bo xelkê daxuyaniyekê bide. HDPê li beramber çi vê piştgiriyê dide wî. HDP çima piştgirî neda berbijêrekî din dide Kiliçdaroglu. Berê gotibûn eger Mansur Yavaş bibe berbijêr piştgirî nadinê. Ligel ku Muharrem Ince çepgir e gotin em piştgirî nadin wî jî. Ev piştgiriya HDPê li beramber kîjan sozan hatiye dayîn û HDPê ji Kiliçdaroglu çi xwestiye? Em li hêviya bersiva van pirsan in.”

Di heman rojê de hejmarek rêveber û endamên Weqfa Malbatên Şehîd û Xaziyan a Tirkiyê li pêşiya avahiya Navenda CHPê li Enqerê civiyan û CHPê bi piştgirîkirina PKKê tohmetbar kirin.

Serokê Weqfa Malbatên Şehid û Xaziyan a Tirkiyê Lokman Aylar anî ziman, “Partiya berdewamiya PKKê û partiya Ataturk li ser çi bazariyê dikin. Postê serokkomariyê postekî bi şeref e. Kesên ku dixwazin wî postî werbigrin divê layiqî şehîd û xaziyên me bin.”

HDPê ligel biryara dernexistina berbijêrê serokkomariyê navekî ku dê piştgirî bidinê eşkere nekirine lê Hevseroka HDPê Pervin Buldan di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê da ku dijî rêveberiya yek kesî ewê berpirsiyartiya xwe ya dîrokî bicih bînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst