Hatîmogullariyê bersiv da Bahçelî

Duh li 01:50
Nîşan Devlet Bahçelî Tulay Hatîmogullari Ocalan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê bersiv da Bahçelî û got, “Tecdîrê rakin û bila Birêz Ocalan biaxive.”

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî di civîna koma partiya xwe de got, “Bila Abdullah Ocalan li parlamentoyê di komcivîna DEM Partiyê de biaxive.”

“Bila Birêz Ocalan derkeve û biaxive”

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê jî di civîna koma DEM Partiyê de bersiv da gotinên Bahçelî û wiha axivî:

“44 sal in ku tecrîd berdewam dike. Bi salan e em têkoşînê dikin da ku tecrîda li ser Birêz Ocalan rabe.

Divê tecrîd rabe. Erê, bihêlin ku tecrîd rabe.

Bila Birêz Ocalan derkeve û biaxive û em bibînin bê ma dê çi bibêje.”

“Divê em ji devê wî bibihîzin”

Hatîmogullariyê piştî civîna koma partiya xwe pirsên rojnamegeran jî bersivandin û li ser heman mijarê got:

“Divê kêliyekê berî kêliyekê gav bên avêtin.

Me ew peyam da ku ji bo pirsa Kurd bi rêyên aştiyane bê çareserkirin divê tecrîda li ser Ocalan rabe û ew derkeve.

Me binê wan tiştan xêz kir ku îro Bahçelî anîn zimên.

Me careke din diyar kir ku divê tecrîd demildest rabe û Ocalan çi bibêje divê em ji devê wî bibihîzin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst