10 kes bi hinceta PKKyê hatin desteserkirin

22-09-2023
RÛDAW
Nîşan PKK Operasyon Îzmîr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Îzmîrê yê Tirkiyeyê di operasyonekê de 10 kes bi hinceta “propagandeya PKKyê” hatin desteserkirin.

Li gorî zanyariyan Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê di çarçoveya lêkolînekê de bi hinceta “propagandeya KCK/YPG/PKKyê” derbarê 20 kesên li Îzmîrê biryara destserkirinê da.

Tîmên Şaxa Rûbirûbûna Terorê yên Fermandariya Cendermeyan a Îzmêrê îro li ser fermana serdozgeriyê operasyoneke hemwext dan destpêkirin.

Hêzên ewlehiyê bi ser çend navnîşanan de girtin û 10 kes destser kirin.

 Hêzên ewlehiyê kesên destserkirî birin Fermandariya Cendermeyan a Îzmîrê birin.

Karûbarên yasayî derbarê wan kesên desteserkirî de de didomin.

Hat ragihandin operasyonên cendermeyan ji bo destserkirina 10 kesên din li bajar berdewam in. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst