Wezîrê Derve yê Tirkiyê pêşwaziya Serokê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî kir

22-03-2023
RÛDAW
Nîşan Dezgeha Xêrxwazî yê Barzanî Mevlut Çavuşoglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li Enqerê pêşwaziya Serokê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî Mûsa Ehmed kir û spasiya alîkariyên weqfê ji bo mexdûrên erdheja 6ê Sibatê kir.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu îro Çarşemê 22ê Adara 2023an li ofîsa xwe ya li Enqerê pêşwaziya Serokê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî Mûsa Ehmed kir û spasî ji bo çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî di gîhandina alîkariyan de ji bo mexdûrên erdheja 6ê Sibatê kir.

Mevlut Çavuşoglu li ser Twitterê got, “Me ji bo ku piştî erdhejê alîkariya me kirin û ji bo piştgirî û hevgirtinê spasiya Serokê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî Mûsa Ehmed Barzanî kir.”

Piştî erdhejên li Bakurê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê, Sûriyê û Tirkiyê, tîmên Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî û çend tîmên hawarçûnê gihîştin herêma erdhejê û çendîn kes ji bin kavilên avahiyên hilweşiyayî rizgar kirin, her wiha hejmareke zêde ya barhilgirên alîkariyê ji Herêma Kurdistanê ji bo herêma erdhejê hatin şandin.

Li gor raporta herî dawî ya Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî ku roja 18ê Adara 2023an hatiye belavkirin, wan heta niha alîkariyên mirovî pêşkêşî 294 hezar û 227 malbatên li herêma erdhejê kirine.

6ê Sibatê di demjimêr 04:17an de li 11 parêzgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi pileya 7.7 pêk hat û her wiha di nava heman rojê de erdhejeke bi pileya 7.6 rû da û wêraniyeke mezin li dû xwe hîşt.

Li gorî amarên fermî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê 50 hezar û 97 kesan di erdhejê de canê xwe ji dest dane û zêdetirî 107 hezar û 204 kesan jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst