Kiliçdaroglu: Hikûmetê soz dabûn - Min belgeyên Îmralî û Osloyê dîtin

21-10-2015
RÛDAW
Nîşan CHP Kemal Kiliçdaroglu AK Partî PKK Îmralî Oslo
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ragihand, hikûmeta AK Partiyê hinek soz dabûn PKKê û rêberê wê Abdullah Ocalan û tekez kir, ku wî bi xwe belgeyên derbarê wê çendê de dîtine.

 

Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) beşdarî bernameyeke televizyona Haber Turk a Tirkiyeyê bû û daxuyaniyên ecêb dan.

 

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di axavtinên xwe de wiha got: “Ewên ku li Osloyê û li Îmraliyê soz dabûn, çima wan reşnivîsan belav nakin? Qendîl dibêje, we soza dabû me, rabigihînin. Bila aşkere bikin ka  çi soz dabûn. Min bi xwe hinek belge dîtin. Ewqasê dibêjim. Hinek berpirsatî hene û di bin wan de mane.”

 

Kiliçdaroglu herwiha di berdewamiya axavtinên xwe de wiha got: “Rêxistina terorê li wir navendên zerîbeyê danî. Dadgeh ava kirin. Navendên wergirtina çekdaran vekir. Davutgolu derket û ew tişt li ser ekranê televizyonê gotin. Bo çareserkirina wê pirsgirêkê pêwîstî bi hinek rêbazan heye. Divê hûn ji dil û dirist bin. Di her daliyan de jî ew nîne. Divê acendayên veşartî û kesane nebin.”

 

Serokê CHPê tekez kir, hikûmet dibêje PKK em xapandin û got: “Tiştek wisa çênabe. Eger hûn hatine xapandin pêwîste di cih de dest ji kar berdin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst