Beştaş bersiva pirsa “Hûn dê di hilbijartinên şaredariyan de berbijêran nîşan bidin?” da

21-06-2023
Ferdî Sak
Nîşan Meral Daniş Beştaş Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wekîla Serokê Firaksiyona Partiya Çepên Kesk (YSP) Meral Daniş Beştaş di bersiva pirsa “Hûn dê di hilbijartinên şaredariyan de berbijêran nîşan bidin?” de got, “Em çima berbijêran nîşan nedin. Rewşeke wiha nîne ku em berbijêran dernexin. Em li Stenbolê bi milyonan dengan bi dest dixin.”

Wekîla Serokê Fraksiyona Partiya Çepên Kesk (YSP) û Parlamentera Erzeromê Meral Daniş Beştaş roja Çarşemê 21ê Hezîrana 2023an li Parlamentoya Tirkiyê civîneke çapemeniyê saz kir û derbarê mijarên di rojevê de axivî.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartinên xwecihî yên sala 2019an de li metropolên Tirkiyê li hember berbijêrên AK Partiyê  piştevaniya berbijêrên Partiya Gel a Komarî (CHP) kiribûn û CHPê şaredariyên piraniya bajarên mezin bidetxistibûn, Meral Daniş Beştaş di bersiva pirseke derbarê helwesta partiya xwe ya di hilbijartinên xwecihî yên Adara 2024an de got, “Ji bo ku em berbijêrên xwe derxin hewce nake em biryarekê bidin. Eger em berbijêran dernexin wê demê em dê biryarê bidin. Em çima berbijêran dernexin? Em partiyek mezin in û îdaaya me mezin e. Rewşeke wiha nîne ku em berbijêrên xwe dernexin. Em li Stenbolê bi milyonan û li Enqerê jî bi sed hezaran dengan bidest dixin.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Beştaş li ser heman mijarê got: “Em dê ji ber xebata partiyê û girîngiya hilbijartinan berbijêran derbixin. Eger geşedanên nû çêbibin encûmenên  karbidest ên partiyê dê nirxandinê li ser bikin. Eger wê demê egera dernexistina berbijêran hebe dê bê ragihandin. Lê niha ev yek di encûmenên me yên partiyê de nehatiye nîqaş kirin û behsa wê nehatiye kirin. Me niha girîngiya xwe daye ser konferans û kongreya xwe.”

HDPê di hilbijartinên xwecihî yên sala 2019an de piştevaniya berbijêrên CHPê kir û CHPê bi wê piştevaniyê şaredariyên bajarê mezin ên weke Stenbol û Enqere  gelek şaredariyên din ji destê AK Partiyê derxistin. HDPê di hilbijartinên Serokkomariya Tirkiyê de jî  bêyî merc piştevaniya berbijêrê CHPê Kemal Kiliçdaroglu kir lê ev piştevanî ji ber hewlesta CHPê ya nêzîkbûna ligel çend aliyên nijadperest ên Tirkiyê di nav dengder û berpirsên wê de bû sedema karvedanan û rêjeya dengên HDPê li gor hilbijartina 2018an derdora ji sedî 3 kêm bû.

Di dawiya Adara 2023an de hilbijartinên xwecihî yên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê tên kirin, eger HDP ku bi nav û logoya YSPê beşdarî hilbijartinan bibû vê carê berbijêran nîşan bide li metropolan şansê berbijêrên AK Partiyê zêdetir dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst