Derbarê 10 parlamenteran de fezleke bo parlamentoyê hatin şandin

21-06-2022
Nîşan Fezleke HDP Parlamentoya Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 11 Fezlekeyên derbarê 10 parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de bo Parlamentoya Tirkiyê hatin şandin. Di wan fezlekeyan de rakirina parêzbendiya wan parlamenteran tê xwestin.

Fezlekeya Parlamentera Êlîhê Feleknas Uca jî di nav de îro 21ê Hezîrana 2022ê 11 fezleke derbarê 10 parlamenterên HDPê de bo parlamentoya Tirkiyê hatin şandin û fezleke radestî Komîsyona Destûra Bingehîn û Dadê ya Têkel hatin kirin.

Parlamenterên ku fezlekeyên wan hatine şandin ev in: Parlamenterê Stenbolê Dilşat Canbaz Kaya, Parlamentera Rihayê Ayşe Surucu, Parlamenterên Êlihê Feleknas Uca û Ayşe Acar Başaran, Parlamenterên Muşê Şevin Coşkun, Mensur Işik, Nuran Imir û Gulistan Kiliç Koçyigit, Parlamenterên Amedê Remziye Tosun û Dêrsim Dag. Derbarê 9 parlamenteran de yek dosye û ya Parlamentera Amedê Dêrsim Dag jî 2 dosyeyên wê hene.

Li gor amarên Wezareta Dadê ya Tirkiyê, di 27emîn Gera Parlamentoya wî welatî de, hezar û 384 dosyeyên rakirina parêzbendiyê dijî parlamenteran pêşkêşî Serokatiya Parlamentoya Tirkiyê hatine kirin. Ji wê hejmarê 1057 dosye li dijî parlamenterên HDPê hatine tomarkirin ku hinek ji wan derbarê parlamentera DBPê Salihe Aydeniz de ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst