Nebûna dermanan bûye pirsgirêkeke mezin: Zivistan tê

20-08-2023
RÛDAW
Nîşan Daristan Mereş Bihayê Dermanan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, nebûna dermanan roj bi roj dibe pirsgirêkeke mezin.

Ji ber pirsgirêka bihabûna dermanên ku tên hawirdekirin, dermanên weke nefestengî, şekir, dil û antîbiyotîkê peyda nabin.

Li parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, çend sal in pirsgirêka nebûna dermanan li dermanxaneyan berdewam e.

Daketina nirxê lîreyê Tirkî li hemberî diravên biyanî dibe sedeme giranbûna dermanên ku tên hawirdekirin.

Di Rojnameya Fermî de 23ê Tîrmeha 2023yan biryara nûjenkirina nirxê euroyê yê sabit ku dermanan li xwe digire hat weşandin.

Li gorî biryarê nirxê euroyê ji bo kirîna dermanan ji sedî 30,05 hat zêdekirin û bû 14,03 lîreyên Tirkî.

Bihakirina dermanan jî pirsgirêk çareser nekir

Di serî de dermanên weke antîbiyotîk, nefestengî, şekir, dil û êşbiran li bazarê gelek derman peyda nabin.

Welatî ji dermanxaneyan destvala vedigerin.

Serokê Odeya Dermanxaneyên Enqereyê Taner Ercanli diyar kir ku sedema pirsgirêkê, polîtîkaya diyarkirina bihayê dermanan e ku bi diravên biyanî tên hawirdekirin.

"Antîbiyotîkên asayî jî peyda nabin"

Taner Ercanli ji medyaya Tirkiyeyê re got:

“Antîbiyotîkên asayî jî peyda nabin. Nebûna dermanan pirsgirêkeke tenduristiya civakî ye.

Divê mirov xwe bigihînin dermanan. Bi nêzîkbûna zivistanê dê mîkrop zêde bibin û pirsgirêk mezintir bibe.”

"Eger wiha nebe pirsgirêk çareser nabe"

Serokê Odeya Dermanxaneyên Enqereyê Taner Ercanli anî ziman:

“Pirsgirêkeke mezin a nebûna dermanan jî zehmetiya hawirdekirina dermanên ku nû tên berhemanîn e.

Divê polîtîkaya diyarkirina bihayê wê li gorî diravên biyanî bê rawestandin û bi biryarnameyeke bihayan sîstem bê guhertin.

Eger wiha nebe pirsgirêk çareser nabe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst