“Tê plankirin ku bihayê nan 12 lîre be”

20-07-2023
Zînê Cahîde Akgul
Nîşan Nan Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Federasyona Berhemhênerên Nan a Tirkiyê Murat Kavuncu diyar kiriye ku piştî yasaya li Parlamentoya Tirkiyê hatiye qebûlkirin nirxê hejmarek berheman zêde bûye û neçar mane bihayê nan bikin 12 lîreyên Tirkî.

Serokê Federasyona Berhemhênerên Nan a Tirkiyê Murat Kavuncu roja Pêncşemê 20ê Temûza 2023an derbarê bihayê nan de bo seranserê Tirkiyê daxuyaniyek belav kir.

Kavuncu di daxuyaniyê de dibêje di nav sal û nîvekê de gelek caran nirxê mazot, elektrîk, gaza xwezayî, kelûpelên avahiyan û bac hatiye zêdekirin û ji ber vê yekê xerciyên çêkirina nan jî zêde bûye.

Kavuncu diyar kiriye ku li seranserê Tirkiyê bihayê 250 gram nan dê bibûna 7 heta 10 lîre lê piştî yasaya ku herî dawî hat qebûlkirin tê plankirin ku bihayê nan bibe 12 lîreyên Tirkî.

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ji ber bilindbûna enflasyonê û zêdekirina bihayê sotemeniyê firin jî bihayê nan zêde dikin. Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê jî bihayê nanê 210 gram %50 hat zêdekirin û nan bûbû 6 lîre.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst