Serpil Kemalbay bû Hevseroka HDPê

20-05-2017
RÛDAW
Nîşan HDP hevserok hilbijartin kongre Serpil Kemalbay
A+ A-

Enqere (Rûdaw) – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 3yemîn Kongreya Awarte li dar xist û di kongreyê de ji bo hevserokatiya HDPê, Serpil Kemalbay hate hilbijartin.

 

Îro li Navenda Bazirganiyê ya Cîhanê ya Enqerê 3yemîn Kongreya Awarte ya HDPê birêve çû.

 

Di kongreyê de Serpil Kemalbay, dêvla Figen Yuksekdag a ku parlementerî û endambûna wê ya partiyê hatibû betalkirin, bû hevseroka HDPê.

 

Kongreyê bi xwendina peyama Figen Yuksekdag pêst pê kir. Peyama Yuksekdag ji aliyê Serpil Kemalbay ve hate xwendin.

 

Herwiha Hevserokê din ê HDPê Selahattin Demirtaş jî, ji Girtîgeha Edîrneyê peyam şand kongreyê. Peyama wî jî, Berdevkê HDPê Osman Baydemîr xwend.

 

Selahattin Demîrtaş di peyama xwe de ameje bi wê yekê kiriye ku piştî hilbijartina 7ê Hezîranê darbeyeke siyasî li ser partiya wî hatiye kirin û ew bi operasyona tasfiyekirina siyasî re rûbirûne.

 

Demîrtaş di peyama xwe de wiha gotiye: “Divê em hêviya xwe ya aştiyê ku bi kedeke mezin, me pêk anîbû lê bi ser nexistibû û herî dawî li Qesra Dolmabahçeyê têk çûyî careke din û bi rengekî xurt ji nû ve vejînin. Xwedîderketina li nirxên demokratîk ên komarê, temamkirina kêmasiyên wê, sererastkirina şaşîtiyên wê, bi demokratîkirina komarê re pêkan e.

 

Ez we bi wêrekî vedixwînim da ku li ser welatekî hevpar em hevdu bi biratî hembêz bikin, bê tirs, wekî welatiyên birûmet û wekhev ên komariyeke demokrasiya wê bihêz”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst