Erdogan û Serokê Hemasê civiyan

20-04-2024
RÛDAW
Nîşan Erdogan Hemas Îsmaîl Heniye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Buroya Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniye civiyan.

Hevdîtin li Ofîsa Xebatê ya Dolmabahçeyê îro piştî nîvro ji çapemeniyê re girtî çêbû.

Hevdîtina Erdogan û Serokê Buroya Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniye 2 seat û nîvan berdewam kir.

Di civînê de hewldanên agirbestê yên li Xezeyê û alîkariyên mirovî hatin gotûbêjkirin.

Li gorî medyaya Tirkiyeyê, Erdogan diyar kir ku Tirkiye ji bo ku bala civaka navneteweyî bikişîne ser bûyerên li Xezeyê, hewldanên xwe yên dîplomatîk didomîne.

Erdogan tekez kir gelekî girîng e ku Filistînî di vê pêvajoyê de di nav yekîtiyê de tevbigerin.

Serokkomarê Tirkiyeyê herwiha got, “Îsraîl teqez dê rojekî berdêla zilma ku li dijî Filistîniyan kiriye bide.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst