CHP: Şaredarî ketin destê me lewma AKPê komkirina alîkariyan li me qedexe kir

21-04-2020
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Mijara alikariyên darayî yên ji ber koronayê di navbera desthilat û oposizyonê de bûye sedeme nîqaşan
Mijara alikariyên darayî yên ji ber koronayê di navbera desthilat û oposizyonê de bûye sedeme nîqaşan
Nîşan Coronavirus Tirkiye AK Partî CHP
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Li Tirkiyê nakokîyên di navbera AK Partî û CHPê de vê heyam koronayê jî berdewam in û nîqaşa herî dawî ya di navbera herdu aliyan de jî li ser kempînên alîkariya ne. Wezareta Navxwe ya Tirkiyê qedexe kir ku şaredarî li ser navê kempînan pere û alîkariyan ji xelkê kom bikin, lê CHPê li hember vê biryarê nerazî ye.

Li Tirkiyê mijara kempîne û alikariyên darayî yên ji ber  koronayê di navbera desthilat û oposizyonê de bûye sedeme nîqaşên tund. Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dibêje tenê hikumet dikare di çarçoveya kempîneyan de pare weke bexşende ji xelkî kom bike û bi ser xelkî de dabeş bike.

Derbarê vê yekê de Erdogan got: “Di nav dewletê de hebûna dewleteke din  bê wate ye. Ji ber wê niha hemû kempîneyên alikariyan bi destê dewletê wate bi destê Serokomariyê me dê werin meşandin.”

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê jî bi beyanatekê qedexe kir ku şaredarî  ji bo li ser navê kempîne û bexşîneyan pere ji xelkê kom bikin. Li ser vê yekê CHP ku Stenbol û Enqere û Îzmîr jî di nav gellek şaredarî di destê wê de biryara hikumetê rexne dike.

Berdevkê CHPê Faîk Oztrak dibêje: “Şaredarî di dema destê AK Partiyê de bûn 25 salan pare ji xelkê kom kirin. Niha şaredarî ketin destê me ji ber wê bi şêweyekî neyasayî qedexe ragihandin. Heman şaredariyan dema di destê AK Partiyê de ji gelek caran bo Xeze û Sûriyê pere kom dikirin.”

Piraniya xelkê Enqerê jî dixwazin ku mafê şaredariyan jî hebe ku pere kom bikin û bi ser xelkê de parve bikin lê beşek hemwelatî jî dibêjin kempîneya Serokomariyê bes e û pêwîstî bi çi kempînên din nake.

Welatiya bi navê Perîhan Adiguzel dibêje: “Armanca wan siyasete xirab e, li dijî CHPê û Serokê CHPê kar dikin, naxwazin CHP pêşbikeve, ji ber ku CHP xizmeta xelkê dike.”

Welatî Mete Dagdevîren jî got: “Bila Şaredarî jî alikariyan kom bikin, şaredarî alikariya xelkî hejar dikin, em dibînin Serokomarî jî pere kom dike, lê em nizanin pereyê ew kom dikin diçe kû, lê şaredarî xizmeta me dikin.”

Kesekî bi navê Hasan Başçi wiha axivî: “Piştî ku Serokomarê me kempîne ragihand, lazim nake ku şaredarî jî alikariyan kom bikin, bila karê alikariyan bi destê dewletê were kirin. Berê karê şaredariyan dikir rast bû , alikariyên baş jî kirin, lê niha madem Serokomarî vî karî dike, êdî bila şaredarî xwe bidin alî.”

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê di heman demê de bi biryara girtina çend aşxane û navendên alikariyê yên bi ser şaredariyên CHPê ve jî daye. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst