Piraniya xelkê Antakyayê neçarî koçberiyê bûne

20-02-2023
RÛDAW
Piraniya xelkê Antalya neçarî koçberiyê bûne
Piraniya xelkê Antalya neçarî koçberiyê bûne
Nîşan Erdheja Mereşê Erdhej Hatay
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Beşek ji niştecihên Antakyayê  ji bajêr bar dikin û diçin cem malbat û kesûkarên xwe li parêzgehên din. Kelûpelên xwe yên mayî bi xwe re dibin û bi bê dilê xwe bajara xwe bicih dihêlin û nizanin ka kengî dê vegerin bajara xwe.

Avahiya ku Dîlay û xwişka wê û bavê wê tê de dijiyan, tehemula erdheja mezin kir, lê metirsî heye ku piştî erdhejeke paşekî ya bihêz hilweşe. Ew malbat rîskeke jiyanî werdigrin û diçin nav mala xwe, da ku tiştên mayî ligel xwe bibin û heta demeke nediyar bajarê xwe bicî bihêlin.

Nişteciha Antakyayê Dilay dibêje: “Mamê min li wê derê dijî, em diçin mala mamê min, heta ku xaniyekî bibînin û bicih bibin.”

Çîrokên piraniya rizgarbûyên erdhejê bi vî awayî ne. Barên xwe kom dikin û axa xwe bicih dihilin. Cuneyd Eroglu jî bo bîranînê diçe wê taxa ku çar dûkanên wî lê hebûn.

Niştecihê Antakyayê Cuneyd Eroglu got: “Ji dûkanên me yek nivî maye. Ez li dûkanên din digerim, daku kilîda wan bibînim. Me gelek tişt dîtin, ji bo bîranînê ligel xwe dibin.”

Li Antakyayê bi sedan kes bi dudulî diçin nav wan avahiyan ku, ne diyar e kengê hilweşin.

Tirsa talan û diziyê xelkê neçar dike, ku rîska jiyan werbigrin.

Kelûpelên xwe bi xwe re dibin û bêdil bajarên xwe bicih dihêlin. Şertê vegerê tenê avadankirina bajarê wan e, bi şertê ku tehemula erdhejeke bi hêz bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst