Fuat Oktay: Em bi Sinan Ogan re bazarê nakin

19-05-2023
RÛDAW
Nîşan Fuat Oktay Sînan Ogan ‌Hilbijartin 2023 Hilbijartinên Serokkomariyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Serokkomarê Tirkiyê û Parlamenterê AK Partiyê yê Enqerê Fuat Oktay ragihand, di gera duyem de bi berbijêrê serokkomariyê yê Hevpeymaniya ATA Sinan Ogan re bazarê nakin.

Fuat Oktay roja 18ê Gulanê di bernameya televîzyonekê de derbarê encamên hilbijartina 14ê Gulanê û gera duyem a hilbijartina serokkomariyê, ku dê 28ê Gulanê bê kirin de axivî.

Oktay derbarê gera duyem de û wergirtina piştgiriya dengdêrên ku di gera yekem de deng dane Sinan Ogan de got: “Eger Hevpeymaniya Cumhur bi Sinan Ogan re hevdîtinê bike, dê ev hevdîtin ne bo bazarê be, dê di wateya prensîbî de be.”

Oktay dibêje, xalên wan û Sinan Ogan ên ku dişibin hevûdu hene.

Oktay got: “Di nav dengdêran de jî xalên nêzîkî hevûdu hene. Em ji 86 milyon kesan deng dixwazin û prensîbên xwe eşkere dikin. Me got `yek millet, welat, ala û dewlet.`  Di vê mijarê de û di mijara terorê de em nêzîkî hevûdu ne. Eger di mijara terorê de xeta sor berdewam be em dikarin bi hemû kesan re hevdîtinê bikin. Bi kekê Sinan re jî di vê çarçoveyê de hevdîtin berdewam dikin, lê ev hevdîtin ne di çarçoveya bazarkirinê de ne. Dê şefaf û li ser prensîban bin.”

Berbijêrê serokkomariyê yê Hevpeymaniya ATA Sinan Ogan, di gera yekem a hilbijartina serokkomariyê de ku 14ê Gulanê hat kirin %5.17 deng wergirt.

Ji aliyê din ve tê çaverêkirin, îro 19ê Gulanê piştî nîvro berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu bi Sinan Ogan re bicive.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst