Li Îzmîr û Mêrsînê 16 kes hatin desteserkirin: Hincet PKK ye

19-03-2024
Nîşan Mêrsîn Îzmîr Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Parêzgehên Îzmîr û Mêrsînê yên Tirkiyeyê 16 kes hatin desteserkirin.

Li Îzmîrê 5 welatiyên Sûriyeyê hatin desteserkirin, 

Ev pênc kes bi hinceta “endambûn û propagandaya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG)” hatin desteserkirin.

Îro serê sibehê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê li Îzmîrê bi ser gelek malan de girt û 5 kes desteser kirin.

Li gorî medyaya Tirkiyeyê, ew her 5 kes welatiyên Sûriyeyê ne.

Her pênc bi wê yekê tên tohmetbarkirin ku wan li ser medyaya civakî “propagandeya PKK û YPGyê kiriye” yan jî “endamên her du hêzan” bûne.

Li gorî zanyariyên ku hatine belavkirin, her pênc kesên desteserkirî radestî Fermandariya Cendirmeyan a Îzmîrê hatine kirin.

Lê nasnameya kesên desteserkirî nehatiye eşkerekirin.

Mêrsîn

Li Mêrsînê jî bi heman hincetê 11 kes hatin desteserkirin.

Hêzên ewlehiyê îro berê sibehê li Mêrsînê jî bi ser gelek malan de girt û 11 kes desteser kirin.

Polîsan ew 11 kes ji bo kar û barên îfadewergirtinê birine navenda ewlehiyê.

Li hêla din, li ser nasnameya wan kesan jî ti agahî nehatin dayîn.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi hinceta PKKyê xelkê sivîl, çalakvan û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Berî hilbijartinên şaredariyan ên 31ê Adarê operasyonên desteserkirin û girtinê zêdetir bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst