Omer Ocalan: Li Rihayê miameleya dizan li gel xelkê me tê kirin

18-11-2023
RÛDAW
Omer Ocalan behsa pirsgirêkên elektrîkê yên xelkê Rihayê û parêzgehên din ên Bakurê Kurdistanê kir
Omer Ocalan behsa pirsgirêkên elektrîkê yên xelkê Rihayê û parêzgehên din ên Bakurê Kurdistanê kir
Nîşan Omer Ocalan Elektirîk Riha
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê HEDEPê Omer Ocalan têkildarî pirsgirêka elektirîkê ya Rihayê ragihand ku miameleya dizan li gel xelkê wê parêzgeha Bakurê Kurdistanê tê kirin.

Doh di Komîsyona Plan û Budceyê ya Parlamentoyê de gotûbêj li ser budceya Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî ya Tirkiyeyê hat kirin.

Parlamenterê HEDEPê yê Rihayê Omer Ocalan di civînê de axivî û behsa pirsgirêkên elektrîkê yên xelkê Rihayê û parêzgehên din ên Bakurê Kurdistanê kir.

Omer Ocalan ragihand ku Kompanyaya Belavkirina Elektrîkê DEDAŞ, li navçeyê statûyeke taybet û serbixwe wergirtiye û kes nikare xwe tevlî wê bike.

Ocalan da zanîn ku li bajarên wekî Stenbol û Enqereyê yên Tirkiyeytê elektrîk nayê qûtkirin lê tevî ku bendava herî mezin a berhemanîna elektrîkê li Rihayê ye, di vê demsalê de jî elektrîk li wir tê qûtkirin.

Parlamenterê HEDEPê yê Rihayê Omer Ocalan wiha axivî:

"Li Êlih, Mêrdîn, Amed û Rihayê gelek bendavên mezin hene. Hinek azadî dane DEDAŞê.

Li vê derê parlamenterên desthilatê diaxivin û ji ber elektrîka wenda ya qeçax hema bêje xelkê navçeyê bi diziyê tohmetbar dikin.

Em çawa dikarin vê meselê ji holê rakin? Beşeke ji vê eletrîka wenda ji ber têkçûna xetên elektrîkê ye.

Eger em bibêjin hemû mirov vê elektrîka wenda îstîsmar dikin ev jî helwêstek e ku piraniyê dike armanc.

Belê divê rê li ber elektrîka qaçax bê girtin lê eger em bibêjin ew xelkê li wê derê enerjiyê bi kar tînin û heqê wê nadin, ev nerîneke cihêkar e. Divê em li ser DEDAŞê rawestin.

Rast e enerjiya bîrên avê ji şebekeyê tê wergirtin lê divê em sîstemên enerjiya tavê berbelav bikin û em dikarin di bin banê Wezareta Enerjî û Çandiniyê de vê qadê vekin.

Ne tenê li Rihayê, ji ber ku deşteke berfireh e li Mêrdîn, Amed û Êlihê jî ev yek dibe. Divê em piştîvaniyê li van mirovan bikin.

Herwiha divê em dest ji vî zimanê cihêkar berdin. Ez di bin navê elektrîka winda û qeçax de tohmetbarkirina mirovan bi diziyê rast nabînim."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst