Beştaş: Desthilat dixwaze bi Doza Kobanî tawanên xwe veşêrê

18-10-2021
Nîşan Doza Kobanî HDP Meral Daniş Beştaş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wekîla Serokê Fraksiyona Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş li Parlamentoya Tirkiyê derbarê Doza Kobanî de axivî û got: “Bi vê dozê dixwazin ji xebatên siyasî û hewldanên demokratîk yên HDPê re bibin asteng. Desthilat dixwaze bi vê dozê tawanên ku bixwe kirine veşêrê.”

Wekîla Serokê Fraksiyona HDPê li Parlamentoya Tirkiyê Meral Daniş Beştaş Îro 18ê Cotmeha  2021ê di civînekê de derbarê Doza Kobanî de axivî ku 5emîn runiştina wê dozê îro li Kampusa Girtîgeha Sîncanê birêve çû.

Meral Daniş Beştaş amaje bi wê yekê da ku ji ber Doza Kobanî hevserokên berê yên partiya wan û gelek alîgir û endamên HDPê tên darizandin û got: “Bi vê dozê dixwazin ji xebatên siyasî û hewldanên demokratîk  yên  HDPê re bibin asteng.”

Meral Daniş Beştaş wiha axivî: “Bi rastî divê em vê Doza Kumpasê ne bi deqeyan lê bi rojan ji civaka Tirkiyê re vebêjin. Ji ber bi vê dozê dixwazin ji xebatên siyasî û hewldanên demokratîk yên HDPê re bibin asteng. Ya herî girîng jî desthilat dixwaze bi vê dozê tawanên ku bixwe kirine veşêrê. Îro Bekir Kaya, Selçuk Mizrakli, Gultan Kişanak, Sebahat Tuncel, Figen Yuksekdag, Selahattin Demirtaş û bi sedan hevalên me weku rehîn tên girtin. Çima? Ji ber siyaset kirine. Çima? Ji bo ku hewla aşitiyê didan. Çima? Ji ber li dijî cudakariyê derketine.  Di ser de tevî bi sedan tawanên çeteyan û kuştin hene ku divê lêkolîn li ser wan bên kirin, lê careke din kesên ku tên darizandin ew kes in ên siyasetê dikin.”

Doza Kobanî ji ber protestoyên dijî êrîşên DAIŞê yên ser bajarê Kobanî yên di 6-8ê Cotmeha 2014an de dijî hevserok, şaredar û  sedan endam û alîgirên HDPê hatiye vekirin.  Di wê dozê de 108 kes tên darizandin.

Protestoyên Kobanî ku wek bûyerên 6-8ê Cotmehê jî tên binavkirin, 6-8ê Cotmeha 2014an ji aliyê HDP û bi beşdarbûna xelkê Bakurê Kurdistanê hatibûn destpêkirin ku armanc ew bû dorpêça ser Kobanî bi dawî bibe, xeteke mirovî ya alîkariyê li sînor bê vekirin û veguhastina çekan bo DAIŞê li ser sînorên Tirkiyê were rawestandin.

Li gor raporta Komelaya Mafên Mirov a 7-12ê Cotmeha 2014an di wan bûyeran de bi giştî 46 kesan canê xwe ji dest dabûn, 682 kes birîndar bibûn û 323 kes jî hatibûn desteserkirin. Herwiha li gor amarên ajansa fermî ya Tirkiyê yên wê demê, zerar gehiştibû 1113 avahiyan jî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst