Xelkê Samandagê: Em ji erdhejê sax derketin lê toz dê me bikuje

18-07-2023
Zînê Cahîde Akgul
Li Samandagê karê rûxandina avahiyan tendirûstiya welatiyan xistiye metirsiyê
Li Samandagê karê rûxandina avahiyan tendirûstiya welatiyan xistiye metirsiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Samandagê ya ser bi Hatayê ve li Tirkiyê, gelek avahiyên ku di erdhejê de rûxiya bûn, têne avakirin û ji bo vî karî avahiyên kavil jî têne rûxandin û tozeke zêde bi ser wê navçeyê dikeve. Xelkê navçeyê ji ber wê tozê bêzar bûye û ew dibêjin, ji erdhejê bi saxî filitîne, lê toza zêde dê wan bikuje.

dibêje, dema avahiyên kavilbûyî têne rûxandin, divê rêkarên pêwîst bêne wergirtin.

Endamê Platforma Jinûve Avakirinê Çagdaş Can dibêje ji bo kar û xebata hilweşandina avahiyên zerardîtî tedbîr nehatine wergirtin û ev yek bo xelkê navçeyê metirsiyek e.

Endamê Platforma Jinûve Avakirinê Çagdaş Can got: “Dest bi hilweşandina avahiyên zerardîtî kirine. Di nav avahiyan de kargehên ku bermayiyên kîmyawî berhem tanîn jî hene. Lê bê ku tedbîrek bê wergirtin avahiyan xirab dikin. Wek hun dibînin, avê jî lê nareşînin û hemû bajar di bin tozê de maye."

Nîştecihên navçeyê ji rewşê nerazî ne ku toza kavilan bandoreke nerênî li jiyana wan ya rojane kiriye û dibêjin ew ji bo tendirûstiya xwe û malbata xwe nîgeranin.

Esnaf Mithat Hoca got: “Bandoreke xirab li zarokên me dike, zarok dikuxin, gelekî dikuxin. Em jî bi heman rengî. Dema piçek ba tê her der dibe toz, heta nav malên me jî."

Nûnerê Yekîtiya Pizîşkên Tirk (TTB) li Hatayê derbarê rewşa heyî de amaje bi wê yekê dide ku ji ber madeyên kîmyawî zerareke zêde li ser tendirûstiya welatiyan çêbûye û eger bi vî awayî kar berdewam bike dê bibe sedema nexweşiyên mayînde jî.

Nûnerê Yekîtiya Pizîşkên Tirk (TTB) li Hatayê Dr. Ali Kanatli jî got: “Madeyên bi zerar hene ku di boyaxê, kelûpelên elektronîk de wek televîzyon û makîneyên din de tên dîtin. Cîva yek ji wan madeya ye û ji bo mêjî gelekî bi zerar e. Niha nexweşiyên çav, alerjî, bêhntengî zêdetir bûne û dema pêş ev toz dê rê li ber nexweşiya pişikê jî veke."

6ê Sibata îsal li parêzgeha Hatayê di encama erdhêjan de 13 hezar û 517 avahî hilweşiyan û biryar e 75 hezar û 508 avahiyên zerardîtî jî bên hilweşandin. Li navçeyê jî 351 avahî hilweşiyabûn û bi hezaran avahiyan jî zerar dîtibû ku divê bên hilweşandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst