Altan Tan: Demîrtaş neçar kirin dest ji kar berde

17-10-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Altan Tan ragihand ku bi zorê destjikarberdana hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demîrtaş hate xwestin.

Parlamenterê berê yê HDPê Altan Tan di hevpeyvîneke ligel rojnameya Akşamê de rexne li partiya xwe ya berê girtin û ragihand ku jêr navê “Tirkiyêbûnê” HDP bo çepgirên marjînal hate radestkirin.

Altan Tan ku bixwe sala 2018an dest ji HDPê berdeya, îdia dike ku bi zorê destjikarberdana hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demîrtaş hate xwestin.

Tan got: “Di demên dawiyê de Selahattin Demîrtaş di nav partiyê de dihat îzolekirin. Bi zorê destjikarberdana wî xwestin. Demîrtaş ji ber zextên partiyê îstifa kir. Ji şofêrê wî bigirin heta kesên nêzîkî wî kar dikirin, hemû ji kar hatin dûrxistin. Tevî ku azadiya wî dixwazin çima neçar kirin îstifa bike. Û çima weke karê yekem ew karmendên nêzîkî wî jî ji kar dûrxistin?”

Parlamenterê berê yê HDPê amaje bi wê yekê kir ku bi çek têkoşîna demokrasiyê nabe û wiha pê de çû: “HDP dê derbarê vê mijarê de biryareke bide. Dê bi zelalî helwesta xwe diyar bike û ji çarçoveya helwesta demokratîk dernekeve. Tirkiyebûn ne ew tişte ku tu xwe radestî grûpên çepgir bikî. Em nabêjin bila HDP slavê nede çepgirên marjînal, lê 83 milyon kes jî ne çepgirên marjînal in. Eger HDP bixwaze bibe partiyeke Tirkiyê, berî her tişt divê pêşwaziyê li tevahiya rengên Kurdan bike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst