Barhilgir wergeriya; 60 serî pez mirar bûn

17-05-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Erdemlî ya navçeya Mêrsînê barhilgira bi pez barkirî wergeriya, ji ber qezayê 60 serî pez mirar bûn.

Barhilgira bi plakaya 42 PA 412 a ku Beşîr Akbulut diajot li devera Kevenkiriyê ya Taxa Sorgunê ji ber sedemeke nayê zanîn wergeriya.

Ekîban tesbît kir ku ji 300 pezên di barhilgirê de 60 jê mirar bûne.

Ekîbên girêdayî Rêveberiya Çandinî û Daristanê ya Navçeya Erdemliyê li herêmê lêkolîn kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst