Garo Paylan: Em qet naxwazin bibin beşek ji Tifaqa Millet

16-09-2021
RÛDAW
Nîşan Garo Paylan HDP Selahattin Demirtaş Tifaqa Cumhur Tifaqa Millet
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDPê Garo paylan derbarê nexşerêya partiya xwe ya bo 2023ê de axivî û got, “Em qet naxwazin bibin beşek ji Tifaqa Millet. Rêya me rêya sêyem e.”

Alîkarê Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Garo Paylan li ser nexşerêya partiya xwe ya bo hilbijartinên 2023ê axivî.

Garo Paylan amaje wê da ku niha li gor rapirsiyan  dengên Tifaqa Cumhur  û Tifaqa Millet derdora ji sedî 35-40ê de ne û got, “ Ez îdia dikim eger hilbijartineke demokratîk pêk bê, em dê herî kêm ji sedî 15ê dengan bidest bixin.”

Garo Paylan destnîşan kir ku ji ber ku di navbera wan de cudahî hene ew naxwazin di Tifaqa Millet de cî bigirin û got, “Lê em dibêjin divê em hemû ji bo Tirkiyê berpirsyariyê werbigirin. Eger em vê berpirsyariyê bi hev re werbigirin em dê qezenc bikin. Em dixazin vê proseya derbasbûnê temam bikin. Em dê di vê proseya derbasbûnê de welatê xwe çawa asayî bikin? Çawa qadên azadiyê ji nû ve pênase bikin? Em dixwazin li ser wê biaxivin ku em dê çawa hejarî, birçîtî û genedeliyê bi dawî bînin. Lê em qet naxwazin bibin beşek ji Tifaqa Millet. Rêya me rêya sêyem e.”

Ev gotinên Parlamenterê HDPê Garo Paylan di demekê de ne ku 13ê Îlona 2021ê  Hevserokê Berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş, ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtî ye, di gotareke xwe ya bo malpereke Tirkiyê de gotibû, “Bi qasî ez dibînim HDP ji bo ku vê valahiyê di çarçoveya demokrasiyê de tije bike amadekariyan dike, dê bi belgeyekê helwesta xwe eşkere bike. Pêwîst e ev pêngava HDPê ji nêzîk ve û cidî bê şopandin. Ji bo paşeroja Tirkiye fêdeyeke mezin e ku bi desthilat û opozîsyonê hemû hêzên siyasî prensîbên ku HDP eşkere bike cidî werbigrin. Ji ber HDP di mijara demokrasiyê de henek û blof û taktîkan nake. Kesên prensîbên demokrasiyê yên HDPê cidî wernegrin û li ser niqaşan nekin HDP jî bi ti awayî cidî nêzîkî wan nabe. Ji ber ku mirov bizane ev tê çi wateyê pêwîst nake mirov li benda roja hilbijartina bimîne. Em niha bêjin aliyên cidî li HDP nenêrin û demokrasî bo wan ne hedefeke stratejîk be dê wenda bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst