ITUC: Tirkiyê bo karkeran yek ji 10 welatên herî xirab e

16-07-2023
Zînê Cahîde Akgul
Nîşan ITUC Konfederasyona Sendîkayên Navdewletî (ITUC) Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor rapora Endeksa Mafên Gerdûnî-2023 ya Konfederasyon Sendîkayên Navdewletî (ITUC) di nav 148 welatan de Tirkiye di warê maf û azadiya karkeran de yek ji 10 welatên herî xirab e.

Konfederasyona Sendîkayên Navdewletî (ITUC) rapora xwe ya bi navê Endeksa Mafên Gerdûnî-2023 belav kir.

Li gor raporê 148 welat hatine lêkolînkirin û welatên Bangladeş, Belarus, Ekvador, Misir, Esvatini, Guatemala, Myanmar, Tunus, Filipin û Tirkiye di warê mafên karkeran de wek 10 welatên herî xirab hatine tomarkirin.

Sala borî jî Tirkiye ji aliyê nebûna mafên karkeran di nav 10 welatên herî xirab de cihê xwe girtibû.

Di raporê de derbarê Tirkiyê de hatiye gotin ku di sala 2023an de jî êrîşên dijî maf û azadiya karkeran berdewam bûne û hêzên ewlehiyê rê nedane çalakiyên nerazîbûnê û bi awayekî kêfî rêveberên sendîkayan hatine desteserkirin.

Derbarê karsazan de jî amaje bi wê yekê hatiye kirin ku li pêşiya rêxistinbûna karkeran bûne asteng û midexaleya vê yekê kirine.

Li gor raporê: Tirkiye - 2023

1- Gûşareke zêde li ser grevên karkeran çêbûye

2- Kar û xebata sendîkayan hatiye astengkirin û rêveberên sendîkayan hatine girtin

3- Li kompanyayan ji ber karker beşdarî sendîkayê bûne ji kar hatine derxistin

4- Êrîşên dijî maf û azadiya karkeran berdewam bûne

5- Polîsan rê ne dane çalakiyên protestoyê

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst