Tabelayên bi Erebî bi awayekî neyasayî tên rakirin

16-05-2024
Omer Sonmez
Tabelayên bi Erebî ên esnafên Sûriyeyî bêyî yasayî tên rakirin / Wêne: Rûdaw
Tabelayên bi Erebî ên esnafên Sûriyeyî bêyî yasayî tên rakirin / Wêne: Rûdaw
Nîşan Tabeleyên Erebî Tirkiye
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Li Tirkiyeyê pirsgirêka penaberên Sûriyeyî her diçe girantir dibe.

Piştî hilbijartinên herêmî, li bajarên wekî Bolu, Kilîs, Afyon û Hatayê karê ewil ê şaredaran rakirina tabelayên bi Erebî ên esnafên Sûriyeyî bû.

Şaredariyên Bolu, Kilîs û Afyonê di destê partiya mixalefeta sereke CHPyê de, şaredariya Hatayê jî di deste partiya desthilatê AK Partiyê de ye.

Lê Serokê CHPyê Ozgur Ozel da xuyakirin ku ew rakirina tabelayên Erebî rast nabîne.

Li gorî yasayan li Tirkiyeyê, ji sedî 25ê tabelayan dikarin ji xeynî Tirkî bi zimanên biyanî bên nivîsandin.

Li gel ku li gelek deveran tabelayên bi zimanê Îngîlîzî û Rûsî hebin jî ji ber dijatiya penaberan bi taybetî tabelayên Erebî tên daxistin.

Aktîvîstên mafên mirovan ên Sûrieyî, didin zanîn ku divê ev cudakarî û nîjadperestiya li hemberî penaberan bi dawî were û heyameke nû ya normalîzasyonê ji bo penaberan dest pê bike.

“Bila êdî penaber nebin malzemeya siyasetê”

Aktîvîst û Rêveberê Platforma Mafên Penaberan Taha Al-Gazî ji Rûdaw re got:

“Ev kiryar bes li dijî penaberên Sûriyeyî na, di heman demî de li hemberî welatiyên Ereb ên niştecihên Tirkiyeyê ne jî tên kirin.

Dema ev polîtikayên cudakariyê tên kirin saziyên dewletê qet dengê xwe dernaxin.

Lewra penaber jî bacê didin. Em hêvîdar in ku him desthilat him jî mixalefet zimanê xwe nerm bike û êdî penaber nebin malzemeya siyasetê.”

Li Stenbolê bi fermî 530 hezar penaberên Sûrieyî dijîn û bi taybetî li navçeya Fatîhê gelek dikan û kargehên penaberan hene û beşeke tabelaya wan jî bi Erebî ne.

Li gorî yasayan li Tirkiyeyê, ji sedî 25ê tabelayan dikarin ji xeynî zimanê Tirkî, bi zimanên biyanî bên nivîsandin.

Lê esnaf ji ber pêla rakirina tabelayên Erebî di nav endîşe û fikara de ne.

“Mafê me ye em tabelayên xwe bi Erebî jî binivîsin”

Esnafê Sûriyeyî Mehmûd Dogmuş jî got:

“Ev mijar zererê dide hatina geştyarên Ereb jî.

Lewra dema turîstên Ereb tabelayên Erebî dibînin xweşê wan diçe.

Em wek esnaf baca xwe didin dewletê û mafê me ye em tabelayên xwe bi Erebî jî binivîsin.”

Esnafê Kurd Welat Budak jî got:

“Tirkiye bi van sepandinan pir xeta dike. Lewra Ereb, Kurd, Tirk, Îngîliz hemû tên.

Par pêrar Ereb pir dihatin vir. Lewra esnafên Ereb û tabelayên Erebî zêde hebûn.”

Geştyarê Cezayîrî Brîksî Şukrî jî got:

“Ev der pir xweşê min çû. Mesela em rastê dikana brayê me yê Sûrieyî hatin.

Dema em tabelayên Erebî dibînin bêhtir xweşê me diçe.”

Li gorî Îdareya Koçberan, ji 9ê Gulana 2024an û vir ve, li Tirkiyeyê bi fermî 3 milyon û 115 hezar û 536 penaberên Sûriyeyî dijîn û her diçe hejmara penaberên Sûriyeyî kêm dibe.

Lewra ji alîyekê ve politikaya hikûmete ya vegerandina penaberan, ji aliyekê ve jî ji ber zor û zext û şertên aboriyê koçberiya penaberan bo Ewropayê berdewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst