Partiyên Hevpeymaniya Ked û Azadiyê lihev kirin

16-03-2023
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê HDP Hevpeymaniya Ked û Azadiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiyên Hevpeymaniya Ked û Azadiyê ku HDP serkêşiya wan dike lihev kirin ku di bin navê  wê hevpeymaniyê de beşdarî hilbijartinan bibin.

Hevpeymaniya Ked û Azadiyê, roja 16ê Adarê bi serpereştiya HDPê bi rojeva hilbijartinên 14ê Gulanê  li Enqerê civiya. Di rojeva civînê de awayê beşdarbûna hilbijartinê û berbijêrê serokkomariyê hebû.

Dû partiyên di nav Hevpeymaniya Ked û Azadiyê de Partiya Karkerên Tirkiyê (TÎP) û Partiya Kedê (EMEP) ragihandibûn ku ew dixwazin li hinek navçeyên hilbijartinê ji bilî hevpeymaniyê bi partî û logoya xwe beşdarî hilbijartinên parlamenteriyê bibin û ev yek di navbera HDPê û wan partiyan de bibû sedema nakokiyan.

Li gor zanyariyan di civîna îro de hemû partiyên di nav hevpeymaniyê de biryar dane ku bi navê “Hevpeymaniya Ked û Azadiyê” beşdarî hilbijartinên Parlamentoyê bibin.

Tê çaverêkirin ku piştî civînê danezanek jî bi raya giştî re bê parvekirin.

Helwesta HDPê ya li ser berbijêrê Serokkomariyê jî nayê zanîn, lê Parlamenterê berê yê HDPê û siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk ji medyaya Tirkiyê re ragihandiye ku Hevpeymaniya Ked û Azadiyê di civîna îro de biryar daye ku piştevaniya berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu bike.

Berpirsên TÎPê di rojên dawî de li ser medyayê anîbûn ziman ku dixwazin bi nav û logoya xwe beşdarî hilbijartinan bibin. HDP jî li dijî vê daxwazê derdiket û daxwaza yek lîsteyê dikirin. Lê HDP li dijî vê daxwazê derketibû û roja Çarşemê 15ê Adara 2023an biryar dabû ku bi yek partî û yek lîsteyê beşdarî hilbijartinan bibin. 

Berdevaka TÎPê Sera Kadigil jî roja 14ê Adarê gotibû: “Ji ber neçariyên yasayî yên hevpeymaniyan a rast ew e, cihên ku em bi hêz in bên tespîtkirin û em bi lîsteyên TÎPê beşdar bibin.”

TÎP digot, li bajarên ku ew bi hêz in bila HDP berbijêran nîşan nede û piştgiriyê bide lîsteyên TÎPê û ji bo vê yekê bajarên wek Konya û Muglayê mînak dide, HDP jî dibêje divê hemû partiyên de Hevpeymaniya Ked û Azadiyê de di bin navê partiyekê de bi lîsteyekê beşdarî hilbijartinan bibin.

Hevpeymaniya Ked û Azadiyê, îro 16ê Adarê bi serpereştiya HDPê li Enqerê civiya. Di rojeva civînê de awayê beşdarbûna hilbijartinê û berbijêrê serokkomariyê heye. Di civînê de dê biryar bê dayîn ka partiyên nav hevpeymaniyê bi yek lîsteyê yan lîsteyên cuda beşdarî hilbijartinan bibin û HDP berbijêrê serokkomariyê nîşan bide yan nede.

Hevpeymaniya Ked û Azadiyê ya ku ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Karkerên Tirkiyê (TÎP), Partiya Azadiya Civakî (TOP), Partiya Tevgera Kedkaran (EHP), Partiya Kedê (EMEP) û Federasyona Encumenên Sosyalîst (SMF) pêk tê, 24ê Îlona 2022ê nexşerêya xwe eşkere kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst