JMO: Li Tirkiyê 616 nexweşxane di bin metirsiyê de ne

16-03-2023
RÛDAW
Nîşan Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Odeya Endezyarên Jeolojiyê (JMO) dibêje, li Tirkiyê 616 nexweşxane li cihên ku eger heye erdhejên bi bandor û wêranker lê çêbibin hatine avakirin. Ji wan 163 nexweşxane li Stenbolê ne.

Odeya Endezyarên Jeolojiyê destpêkê derbarê dibistanên ku xwe li ber erdhejê nagrin û li cihên xirab hatine çêkirin û zerar dîtine de lêkolînek kir. Vê carê jî bi heman armancê derbarê nexweşxaneyan de lêkolînek kiriye û li gor wê; li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 616 nexweşxane li cihên ku eger heye erdhejên bi bandor û wêranker lê çêbibin hatine avakirin û di jêr metirsiya erdhejê de ne.

Li gor medya Tikriyê, Odeya Endezyarên Jeolojiyê ragihandiye ku ji wan nexweşxanyên di jêr metirsiyê de 163ê wan li Stenbolê, 45 li Îzmîrê û 40 jî li Manîsayê ne. Herwiha ji wan 616 nexweşxaneyan, 196ê wan di asteke bilind a metirsiyê de ne û 92ê wan hê metirsîdartir in.

Odeya Endezyarên Jeolojiyê lêkolîna xwe li nexweşxaneyên ku ji sala 2019ê ve hatine çêkirin bi giştî li 2 hezar û 420 nexweşxaneyan kiriye. Li gor raporê nexweşxaneyên ji 2019ê ve hatine çêkirin ji çaran yekê wan di jêr metirsiya erdhejê de ne.

Odeya Endezyarên Jeolojiyê ji Wezareta Tendirustî ya Tirkiyê daxwaz dike ku erkê xwe yê di vê mijarê de cîbicîh bike û avahiyên tendirustiyê yên li cihên metirsîdar hatine çêkirin bên rûxandin û li cihên ewle bên avakirin. Odeya navborî di rapora xwe ya berî vê de ragihandibû ku li Tirkiyê 4 hezar û 159 dibistan di jêr metirsiya erdhejê de ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst