Li Denîzliyê kana kromê herifî: 2 mirî, birîndarek

15-12-2023
Nîşan Denîzlî Kana Kromê Herifîn Mirî Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Acipayamê ya parêzgeha Denîzliyê ya Tirkiyeyê, şeva borî kaneke kromê herifî.

Di encama herifînê de 2 kesan canê xwe ji dest da û kesek birîndar bû.

Li gundê Karaîsmaillerê yê navçeya Acipayamê, şeva borî ji ber sedemeke nediyar kana kromê herifî û 3 kes di bin de man.

Li ser agahdarkirinê tîmên parastina sivîlan, tîmên AFADê û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Di encama xebata tîman de Kadîr Ozer û karker Rifat Salman bi mirîtî û karkerê bi navê Mustafa Karahan jî bi birîndarî ji madenê hatin derxistin.

Tîmên tenduristiyê Mustafa Karahan rakir Nexweşxaneya Zanîngeha Pamukkaleyê.

Termên Kadîr Ozer û Rifat Salman jî veguhastin morga heman nexweşxaneyê.

Parêzgarê Denîzliyê Omer Faruk Coşkun çû cihê bûyerê û ragihand ku derbarê bûyerê de lêpirsîna dadî hatiye destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst