Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê: 28 karkeran canê xwe ji dest dane û 11 karker jî birîndar bûne

15-10-2022
RÛDAW
Nîşan Bartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî amarên dawî yên Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê, di teqîna li kana komir a Bartinê de heta niha 28 karkeran canê xwe ji dest dane û 11 karker jî birîndar bûne û 6 ji wan bi ambulansên balafir birine nexweşxaneyên Stenbolê û 5 ji wan li Bartinê tên dermankirin. Tê gotin ku herî kêm 10 karker jî di kanê de asê mane û karûbarê lêgerîna wan berdewam in.

Demjimêr 18:15 xulekên êvara Înê 14ê Cotmeha 2022an di kana komirê ya navçeya Amasra ya Bartinê de teqîneke bihêz çêbû.

110 karkerên kanzayê li kûrahiya 300 metreyan di dema kar de rûbirûyê wê teqînê bûn. Li gor Wezîrê Navxwe yê Tirkiye 49 ji wan piştî teqînê li cihên metirsîdar asê mane. Tîmên tendirûstî û Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez çûn cihê bûyerê lê bi derbasbûna demê termê çendîn karkeran ji bin kana hilweşiyayî hatin derxistin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu anî ziman, “Ji 110 xebatkerên me 26 birayên me şehîd bûn. Xwedê rehma xwe li wan Bike. 6 ji wan bi ambulansên balafir bo nexweşxaneya bajêr a Stenbolê hatin veguhestin û birîndar in û li wir çareseriyê dibînin. 5 ji wan jî niha li Bartinê ne û çareseriyê dibînin.”

Li gor zanyariyên dawî herî kêm 10 karker jî di bin kanê de mane û kar û xebatên dîtina wan berdewam in lê kesên ku beşdarî karûxebatên lêgerînê bûne, ji rewşa wan bê hêvî ne.

Welatiyekî li cihê teqînê bû got, “Ez ji bo alîkariyê hatime. Ez bo alîkariya destpêkê çûm xwarê. Dema ez daketim xwarê me ti nexweşek nedît ku em midaxale bikin. Em 8ê daketin û 12 derketin. Mixabin me hemû ji dest dane.”

Karmendê Hawarçûnê Recep Okumuş got, “Di hundir de wek bûyerên ku em her car dibînin, teqîn çêbû. Nediyar e ka ji ber çi bûye. Em zêde zanyariyan wernagirin. Rêveberên me û endezyar hene û ew karên pêdivî dikin.”

Her kêliyek ji bo karkerên di bin kanê de mane asê girîng bû. Malbatên wan heta sibehê li ser piyan bi nîgeranî li benda agahiyekê bûn. Bi hêvî bûn xebereke xêrê ji kesûkarên xwe yên di bin kanê de mane werbigirin lê bi derxistina termê her karkerekî hêviyên wan kêmtir dibin.

Welatiyekî got, “Hejmareke teqez nîne ka çend kes di hundir de mane. Hinek dibêjin 20 hinek dibêjin 30. Ez jî ti zanyariyekê nizanim lê bi nêrîna min hêvî hinekî nemaye. Ji ber di hundir de agir jî derketiye.”

Welatiyê ku gundiyên wî di kanê de bûn got, “3 gundiyên me tê de bûn. Yek ji wan sax e û niha li nexweşxaneyê ye. Ji dû kesan jî ti agahiyek nine. Em li benda agahiyekê ne lê tiştek nîne.”

Ev di demekê de ye, li gor raporeke ku Parlamenterê CHPê Deniz Yavuz Yilmaz belav kiriye, rayedarên wê kana komirê di sala 2019an de ji aliyê Saziya Şopandina Saziyên Hikumî ve hatine hişyarkirin ku karkirina li jêr 300 metreyan metirsîdar e, lê Rêveberiya Saziya Kanên Tirkiyê vê yekê red dike.

Li gor amarên sendîkayên karkerên kanzayan li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zêdeyî 200 hezar karkerên kanzayan hene. Li gor raporeke sala 2020ê ya Encûmena Ewlehî û Tendirûstiya Kar (ÎSÎG) ku wê demê hatiye amadekirin, di 11 salên dawî de hezar û 821 karkerên kanzayan di dema kar de canê xwe ji dest dane. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst