TGS: Li Tirkiyê %43ê rojnamevanan rûbirûyê sansûrê dibin

15-07-2023
Zînê Cahîde Akgul
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor rapirsiya Sendîkaya Rojnamevanan a Tirkiyê (TGS) %43ê rojnamevanan rûbirûyê sansûrê dibin û %48ê wan jî di bin siya guşara siyasî de kar dikin.

Sendîkaya Rojnamevanan a Tirkiyê encamên rapirsiya bi navê “Li Tirkiyê Rojnamevanî: Lêkolîna Profil û Têgihînê” eşkere kir. Lêkolîn bi piştgiriya Federasyona Rojnamevanan a Ewropayê (EFJ) hatiye kirin.

Li gor lêkolînê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rojnamevan mûçeyekî kêm werdigrin û di nav hefteyekê de zêdeyî 45 demjimêran kar dikin û nikarin mafê xwe yê betlaneyê bi giştî bikar bînin.

Di rapirsiyê de derketiye ku %47.7ê rojnamevanan di karê xwe de rûbirûyê guşara siyasî dibin û %27.8ê wan jî rûbirûyê gûşara civakî ne. Herwiha %25.3ê rojnamevanan jî di amadekirina nûçeyên xwe de otosansûrê dikin.

Pirsgirêkên sereke yên rojnamevanan wek êrîşa fizîkî, astengkirina nûçeyan, destdanîna ser materyalan û vekirina dozê hatine rêzkirin û ji her 4 rojnamevanan yekê wan difikire ku pîşeya xwe biguherîne. Li seranserê Tirkiyê ji her 3 rojnamevanan yekê wan (%34.1) xwediyê kerta ragihandinê ya serokkomariyê ye.

Li gor rapirsiyê astengiyên li pêşiya karê rojnamevaniyê:

Gûşara siyasî: %54.8

Sansûr: %42.8

Aborî: %37.1

Şertên karkirinê: %29

Gûşara xwediyê kar: %24.7

Astengiyên xwe rêxistinkirinê: %20.3

Rûmeta pîşeyî ya civakî: %17.6

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst