Mithat Sancar: Berbijêrê ku em piştevaniya wî bikin dê bi ser bikeve

14-12-2022
RÛDAW
Nîşan Mithat Sancar HDP Berbijêrê Serokkomariyê Hilbijartinên Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr(Rûdaw) - Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mithat Sancar ragihand, ku di hilbijartinên serokkomariyê de berbijêrê ku em piştevaniya wî bikin dê teqez biserkeve.

Mithat Sancar derbarê Doza Kobaniyê û rojeva siyasî ya Tirkiyê de ji rojnameya Financial Times (FT) Brîtanî re axivî. Sancar got: “Em dê desthilatê diyar bikin. Di hilbijartinên serokkomariyê de berbijêrê ku em piştevaniya wî bikin dê teqez biserkeve. Eger opozîsyon li pêş rayagiştî bi me re gotûbêjên vekirî bike û em li hev bikin, em ê piştevaniya berbijêrê wan bikin.”

Sancar, di mijara tifaqê de rexne li helwêsta opozîsyonê girtin û got: “Heta niha nikaribûn ji çarçoveya netewperwerî ya ku desthilatê bo wan diyar kiriye derkevin. Erdogan di têkbirina opozîsyoneke ku qada xwe ya lîstikê de girtiye, zehmetiyê nakşîne.”

Sancar herwiha derbarê egera girtina HDPê dibêje, eger HDPê bê girtin dê bi partiyeke nû beşdarî hilbijartinan bibin û tine nabin. Sancar got: “Dozên li dijî me û peyamên operasyona bo ser Sûriyê yên Serokkomar Erdogan, hewlên kêmkirina dengên HDPê ne. Armanca bingehîn, nehiştina kevneşopiya siyasî ya Kurd e û rêgirîkirina beşdarîkirina wê hêzê ye bo dînamîkên siyasî yên Tirk e. Bêbandorkirina HDPê dê serkeftina Erdogan û bloka wî hêsantir bike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst