Gokhan Durmuş: Ev yasa bo astengkirina parvekirinên dijî desthilatê ye

14-10-2022
Zînê Cahîde Akgul
Xwepêşandanek li Tirkiyê li dijî "Yasaya Rûbirûbûna Zanyariyên Nerast"
Xwepêşandanek li Tirkiyê li dijî "Yasaya Rûbirûbûna Zanyariyên Nerast"
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ligel hemû nerazîbûnên partiyên opozîsyonê û rêxistinên sivîl li Parlamentoya Tirkiyê, 29 maddeyên wê yasayê bi dengên AKP û MHPê hatin pesendkirin ku desthilat wek "Yasaya Rûbirûbûna Zanyariyên Nerast" û opozisyon jî wek yasaya "Sansûrê" bi nav dike.

Duh13ê Cotmeha 2022an xala 29emîn a wê yasayê jî hat pesendkirin ku li gor wê xalê rojnamevan û kesên li ser medyaya civakî tiştan belav dikin; dikarin ji salekê heta 3 salan bi cezaya girtîgehê bên cezakirin.

Serokê Giştî yê Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyê Gokhan Durmuş derbarê mijarê de ji Tora Medya ya Rûdawê re axivî û ragihand, ev yasa rasterast bandorê li rojnamevanan dike lê armanc bêdengkirina hemû civakê ye.

Gokhan Durmuş got, “Ev yasa bo çiye? Ligel ku niha AKP piraniya ragihandinê xistiye bin kontrola xwe êdî dixwaze vê yekê li medyaya civakî jî bike. Ev yasa bo astengkirina parvekirinên dijî desthilatê li ser medyaya civakî ye. Dema ev difikirin ku êdî Tirkiye ketiye proseya hilbijartinê armanca vê yasayê zelaltir dibe. Êdî kiryarên desthilatê dê ji civakê bên veşartin. Bi qasî ku bikaribin dê ji bo vê yekê astengiyan çêbikin. Lê em wek rojnamevanan me çawa berê ligel hemû guşaran dîsan jî karê xwe dikir û li du rastiyan bûn, ji niha û şûnde jî emê bi wî awayî berdewam bin.”

Parlamenterê CHPê Burak Erbay jî wek nerazîbûn li parlamentoyê di dema axaftina xwe de bi çakûç telefona di destê xwe de şikand û got, dê ciwan di hilbijartinan de bersiva pêwîst bidin.

Burak Erbay diyar kir, “Yek Azadiya we ciwanan hebû, ew jî ev telefon. Instagram, Fecabook û Youtube bikartînin. Eger ev yasa bê pesendkirin êdî pêwîstiya we bi vê telefonê namîne hun dikarin bişkînin. Lê Hezîrana 2023ê ev ciwan tişta pêwîst dê ji we re bibêje.”

Ligel van nerazîbûnan, AKP bi biryare bo pesendkirina tevahiya yasayê. Serokwekîlê AKPê Numan Kurtulmuş derbarê yasayê de got, wan ev yasa li gor sererastkirina yasaya medya civakî ya Yekîtiya Ewropayê amade kiriye.

Numan Kurtulmuş dibêje, “Derbarê hinek cezayan de wek mînak dibêjim cezayê di vê yasayê de gelekî siviktirin ji yê Almanyayê. Dema mijareke wiha li Ewropay; çêdibe wek reform tên binavkirin di wateya berfirehkirina qadên azadiyê de. Lê dema li Tirkiyê dibe rojev wek sansûr tê binavkirin.”

AKPê û MHP, ligel hemû nerazîbûnên rêxistinên sivîl, partiyên opozîsyonê û beşek ji xelkê pêdagirin hemû xalên vê yasayê pesend bikin. Lê CHPê jî ragihand ku piştî pesendkirinê bi rojekê dê vê yasayê bibin Destûra Bingehîn a Tirkiyê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst