Stenbol: 6 kes bi hinceta 'endamtiya rêxistinê' hatin girtin

14-09-2024
RÛDAW
Nîşan Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê PKK Girtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê ji 10 kesên ku bi hinceta “endamtiya rêxistinê” hatibûn desteserkirin 6 ji wan bi biryara dadgehê hatin girtin.

Hêzên Ewlehiyê yên Tirkiyeyê 10ê Îlona 2024an li navçeyên cuda yên Stenbolê bi ser gelek navnîşanan de girtibûn.

Di encamê de 10 kes bi hinceta “propaganda û endamtiya rêxistinê” hatibûn desteserkirin.

Hêzên ewlehiyê her 10 kesên desteserkirî roja Înê piştî karûbarên îfadeyê şandin daghehê.

Piştî îfadeyên li dozgeriyê îro dadgehê biryar da  6 ji wan bi hinceta “endamtiya rêxistinê” bên girtin û 4 kes jî bi mercê kontrola dadî hatin berdan.

Yek ji kesên ku bi biryara dadgehê hatiye girtin welatiyê bi navê Mazlum Korkmaz e ku 10 salan di girtîgehê da mabû û nû hatibû berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst