Dadgehê biryar da: Doza Komkujiya Sêwazê hat hilweşandin

14-09-2023
RÛDAW
Nîşan Komkujiya Sêwazê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Doza Komkujiya Sêwazê ya li hemberî Kurdên Elewî hatibû kirin hat hilweşandin.

Li parêzgeha Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê 2yê Tîrmeha 1993yan çalakiya çandî ya Pîr Sultan Abdalê ji aliyê Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdalê ve hatibû organîzekirin.

Îslamiyên radîkal wê rojê Otêla Madimakê şewitandibû û di encamê de 33 nivîskar, zana û hunermend û rewşenbîr, tevî 2 karmendên otêlê canê xwe ji dest dabû.

Rûniştina Doza Komkujiya Sêwazê îro li 1emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hat kirin.

Di rûniştina dozê de 3 tohmetbarên reviyayî yên bi navên Murat Sonkur, Eren Ceylan û Murat Karataş hatin darizandin.

Di dozê de dozger di mutalaya xwe de diyar kir ku rewşa revîna her sê tohmetbaran bandorê li ser proseya dembisederçûnê nake û daxwaz kir ku li ser her sê tohmetbaran doz bê hilweşandin.

1emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê di doza Komkujiya Sêwazê de li ser her sê tohmetbarên reviyayî bi hinceta ku dem bi ser de çûye biryara hilweşandina dozê da.

Nûner û saziyên Elewiyan nerazîbûna xwe li hemberî biryarê nîşan da

Serokê Giştî yê Komeleya Pîr Sultan Abdalê Cuma Erçe got:

“Sefên me dê êdî zelaltir bibin û ev doz ji mehşerê re namîne.”

Parêzerê Doza Komkujiya Sêwazê Şenal Sarihan jî nerazîbûn li hemberî biryarê nîşan da û got:

“Me dest bi têkoşîneke hiqûqî kir. Ev têkoşîn di serî de hatibû winda kirin. Ji bo radestkirina 3 tohmetbaran a Tirkiyeyê têkoşîn hate dayîn.

Em ji bo kursiyên vala axivîn. Em ne li dawiya têkoşîna xwe ya hiqûqî ne.

Em dê mafê serlêdana dadgehên Îstînaf û Temyîzê bi kar bînin. Biryara îro bila ji bo me hemûyan bibe hêz.”

Di dozê de Hevberdevka Partiya Çepên Kesk (YSP) Çigdem Kiliçgun û çend parlamenter û berpirsên partiyên siyasî jî amade bûn.

Di dozê yek ji xizmên qurbaniyan Husên Karababa daxwaz kir ku parêzgarê wê demê yê Sêwazê û Serokê niha yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu jî beşdar bibin û îfadeyê bidin.

“Temel Karamollaoglu yek ji kujeran e”

Husên Karababa got:

“Temel Karamollaoglu yek ji kujeran e. Min bi çavên xwe dît. Wî kevir kom kirin.

Ti kesek ji dewletê nehat darizandin. Dewletê li Sêwazê li dijî Elewiyan tawan kir. Komkujiyeke li holê hebû.”

Serokê Şandeya Dadgehê ji Karababa daxwazên wî pirsîn û wî di bersiva xwe de got:

“Ev 30 sal in ez daxwaz dikim. Hewl didin dozê biavêjin ser 3-4 kesan û komkujiya Elewiyan sivik û bê wate bikin.

Ez dubare dikim komkujiya Elewiyan heye. Heta Karamollaoglu ji bo îfadeyê neyê gazîkirin, Komara Tirkiyeyê dê di nav tarîtiyê de bimîne.”

Herçend hejmara wan nayê zanîn lê hîn jî hejmareke tawanbarên şewitandina Otêla Madimakê nehatine peydakirin.

Dosyeya li ser wan kesan 13ê Adara 2012an ji ber ku dem bi ser re derbas bûye hate betalkirin.

Sala 2014an parêzaran careke din daxwaza darizandinê kir û herî dawî roja 29ê Hezîranê dadgehê gotûbêj li ser daxwaza parêzeran kir û dosya ji bo demeke nediyar hate paşxistin.

Di destpêkê de li ser Doza Madimakê 109 kes hatibûn girtin, bi proseya dadgehê hejmara girtiyan daket 34 kesan û her yekî ji wan jî nêzîkî 15 sal ceza wergirtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst