Li Sêwazê 2 otomobîl li hev qelibîn: Kesek mir, 6 kes jî birîndar bûn

17-01-2024
RÛDAW
Nîşan Komkujiya Sêwazê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Koçgiriyê ya parêzgeha Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê 2 otomobîl li hev qelibîn, di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û 6 kes jî birîndar bûn.

Li ser rêya navçeyên Koçgirî û Bilekanê yên Sêwazê otomobîla S.P.yê 31 salî şofêriya wê dikir û otomobîla B.B.yê 24 salî şofêriya wê dikir li hev qelibîn.

Di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û 6 kes jî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, tîmên parastina sivîl û cendirme çûn cihê bûyerê.

Di bûyerê de K.B.yê 50 salî canê xwe ji dest da, her du şofêr û H.P. 75 salî, M.P. 73 salî, S.P. 47 salî û A.T. 45 salî birîndar bûn.

Tîman birîndar bi ambûlansan veguhastin nexweşxaneyên Koçgirî û Bilekanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst