Başak Demîrtaş bo Wezîrê Dadê: Li girtîgehan rewşa asayîbûnê dê kengê dest pê bike?

14-07-2021
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevjîna hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demîrtaş, Başak Demîrtaş ragihand ku li girtîgehan rewşa asayîbûne nehatiye destpêkirin û ji Wezîrê Dadê Tirkiyê pirsî: “Li girtîgehan asayîbûn dê kengê dest pê bike?”

Başak Demîrtaş, li ser hesabê xwe yê twitterê peyamek arasteyî Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Abdulhamit Gul kir kir û tê de daxwaza asayîkirina rewşa girtîgehan kir.

Başak Demîrtaş amaje bi wê yekê da ku tevî tedbîrên Coronayê hatine rakirin û rewş ber bi asayîbûnê ve diçe, lê li girtîgehan heman kiriyarên di heyama pandemiyê de berdewam in.

Di peyama xwe de Başak Demîrtaş wiha dibêje: “Merheba, wek em hemû dizanin, berî bi demekê tedbîrên pandemiyê bi rêjeyeke zêde hatin rakirin û asayîbûnê destpê kir. Destpê kir lê mercên hevdîtina li girtîgehan bi heman awayê serdema bahorê, wek xwe berdewam in. Em nikarin mafê xwe yê hevdîtina girtî ku berî pandemiyê hefteyê du car bû bikar bînin. Mesele di vê meha Hezîranê de tenê bi giştî em dê bikaribin du caran hevdîtina girtî bikin. Ya normal di cejnan de hevdîtina vekirî hebû, lê vê cejnê dîsan nabe. Dest ji hevdîtina vekirî berdin, hevdîtina girtî jî nîne. Bi helkefta cejnê mafê peywendiya bi telofê jî nehat dayîn. Mixabin cejin nayê girtîgehan. Lê Wezîrê Dadê tam 13 meh berî niha, gotibû di demeke kurt de axaftina bi dîmen dê bê kirin. Ez ji vê derê dixwazin ji Wezîrê Dadê bipirsim: Hevdîtina cejnê li girtîgehan gelo zerarê dide kê? Dê li girtîgehan asayîbûn kengî destpê bike?”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst